Kurs û atolyeyên ziman û perwerdehiyê yên nû dest pê dikin!

  • 12:10 29 Tîrmeh 2025
  • Rojane
AMED - Li navenda Aydin Erdem û Xelîl Brahîn Oruç yên di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de xebatên xwe dimeşînin, bernameyên nû yên perwerdehiyê yên ji bo zarok û mezinan dest pê dikin. Ev bername bi armanca hînkirina zimanê dayikê û amadekirina xwendekarên pola 8’an ji bo Ezmûna Saziyên Xwendina Bilind (LGS) hatine amadekirin. 
 
Ji bo zarokên di navbera temenên 10-15 salî de, atolyeyên Kurmancî û Zazakî têne lidarxistin. Di van atolyeyan de, bi çalakiyên wek lîstik, stran, çîrok, drama û wênesaziyê, hînbûna zimanê dayikê bi awayekî rêkûpêk tê pêşkêşkirin. Armanc fêrkirina hûnerweriyên bingehîn ên ziman (xwendin, nivîsandin, axivîn), hevpesendî û xebatên komê ye. Her wiha zarokên di vî temenî de vedixwînin ku beşdarî van atolyeyan bibin.
 
Kursên xwendin û nivîsandina Kurmancî û Zazakî 
 
Li navendên Aydin Erdem û Xelîl Brahîm Oruç di heman wextê de bi dirûşma “Ji bo xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe yê dayikê tu demê dereng nîn e!” kursên xwendin û nivîsandinê yên Kurmancî û Zazakî ji bo mezinan dide. Ev kurs ji bo kesên ku dixwazin di zaravayên Kurmancî û Zazakî de xwe pêş bixin, derfeta hîn wê bê dayîn. Bo wê hemû mezinan vedixwînin ku tevlî atolyeyan bibin da ku zimanê dayikê hîn bibin û pêş bixin.
 
Dersên Havînê ji bo xwendekarên pola 8’an  
 
Li Navenda Perwerdehiyê ya Aydin Erdem jî ji bo xwendekarên pola 8’an ên ku xwe ji bo LGS’ê amade dikin, dersên havînê dide. Bername bi mamosteyên pispor, naverokên li gor mufredata rojane, ezmûnên ceribandinê, dubarekirina mijaran û xebatên bi pêşxistinê wê bê berdewamkirin. Her wiha, bi bernameyên rêberî û piştgiriya motîvasyonê, piştgirî wê bê dayîn. Qeydkirina ji bo van dersan berdewam dike û hemû xwendekarên bi armancên mezin tevdigerin pêşwazî dikin.
 
Ji bo beşdarvan agahiyên zêdetir bi navendên girêdayî şaredariyê dikare têkilî bê danîn û ji navendan sûdê werbigirin.