
Mamoste û çalakvana Sineyî hate binçavkirin
- 14:14 3 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku mamosteyek jin a ji bajarê Sineyê ku di dema Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû girtin, binçav kirine.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, duh mamoste û çalakvana civaka sivîl Suheyla Xalîdiyan (58) ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hate binçavkirin.
Hate diyarkirin ku hêzên rejîmê bi ser mala çalakvana sivîl Suheyla Xalîdiyan ya li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê de digirin û wê binçav kirine û ber bi cihek nediyar ve tê birin.
Suheyla Xalîdiyan di dema xwepêşandanên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve serîhildayîn de, ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.
Hêjayî gotinêye ku li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistan û Îranê ragihandî, di nava 11 mehên sala 2024’an de 120 çalakvanên jin hatine binçavkirin, 232 jin jî hatine girtin. Her wiha 41 jin jî hatine darvekirin.