Jin di komîsyonê de cih digirin: Em ne tenê temaşevanin

  • 09:02 18 Tebax 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Ji Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye Newroz Unverdî da zanîn ku divê pêvajo bi perspektîfa jinan bê dîtin û got: “Pêvajo tenê bi mêran nayê meşandin. Ji bo em tevli pêvajoyê bibin têdikoşin.”
 
Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şûnde bi gel re hêvî û kelecanek mezin afirî. Di çarçoveya pêvajoyê de ‘Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk û Biratî û Demokrasiyê’ li meclîsê hat avakirin. Avakirina komîsyonê gavek erênî hat nirxandin lê newekheviya jin û mêr a di komîsyonê de rê li ber bertekan vekir.
 
Ji Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye Neweroz Unverdî der barê mijarê de axivî.
 
Newroz Unverdî  got demek dirêje daxwaza aştiyê di rojeva jinan de ye û her tim aştiyê tînin ziman. Newroz Unverdî wiha got: “Jinan têkoşîna xwe her tim meşandin. Di avakirina însiyatîfa îro de jî pêşengî kirin. Piştî însiyatîf hat avakirin şûnde Birêz Abdullah Oclan banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir.  Piştî vê PKK’ê biryara feshê da û 11’ê Tîrmehê de merasîma şewitandina çekan pêk anîn. Ji bo pêvajoyê ev gavên girîng bûn. Divê delwte jî gavê bavêje.  Avakirina komîsyonekê daxwaza me bû."
 
‘Bi perspektîfa jinan civaka demokratîk dikare bê avakirin’
 
Newroz Unverdî  destnîşan kir ku di komîsyona li meclîsê de hatiye avakirin nûneriya jinê kêm e û got: “Komîsyon hat avakirin lê hîna em negihiştine hedefa xwe. 51 endamên komîsyonê hene. Li gorî her partî her hejmara sandalya li meclîsê kontenjan tê veqetandin. Lê ji 51 kesî 9 heb jin in. Ev rewş ne li gorî daxwaza me ye. Em hebûna jinan tenê wek mijara temsiliyetê nabînin. Hewcebi perspektîfeke ku dikare jiyana demokrtîk bê avakirin heye. Em vê rewşê qebûl nakin. Bi vî awayî pêvajoya aştiyê ava nabe.”
 
‘Divê êrîş bên rawestandin’
 
Newroz Unverdî diyar kir ku sê daxwazên esas ên Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye, hene û got: “Daxwaza me ya ewil ev bû ku siyaset ji sûc derkeve. Îro bi hezaran kes girtî ne. Azadiya fikr û ramanê tune ye. Desthilatdariyê krîterên kêfî diyar kirine. Ji ber vê em dibêjin ku divê demildest girtiyên siyasî bên berdan.daxwaza me ya duyemîn jî ev e ku piştî PKK’ê biryara feshê da divê operasyon bihata rawestandin. Daxwaza sêyemîn jî der barê kedkarên bi KHK’ê ji kar hatine avêtinê bûn. Divê ev biryarname jî şûnde bê kişandin.”
 
Newroz Unverdî bi lêv kir ku ew wek jin kirdeya pêvajoyê ne û wiha dawî lê anî: “Pêvajo tenê bi mêran nayê meşandin. Em ji bo tevli pêvajoyê bibin jî têdikoşin.”