Forumên jinan bê navber dewam dikin

  • 09:30 27 Tebax 2025
  • Rojane
AMED - Di çarçoveya kampanyaya “Gotina Me Neqediyaye, Em ê Tundiyê Bi Hev re Bisekinînin” ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve li dijî tundiya li ser jinan hatiye destpêkirin de, forumên jinan û xebatên hişyariyê yên li parkan tên lidarxistin berdewam dikin.
 
Di çarçoveya kampanyaya ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ve tê organîzekirin de, çalakiya çaremîn li Parka Manolyayê hat lidarxistin. Di forumê de, jinan li dijî kuştina jinan û tundiya li ser jinan serpêhatiyên xwe parve kirin, li ser girîngiya piştgiriyê û rêbazên têkoşînê agahdarî hatin dayîn. Her wiha belavok hatin belavkirin. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, endamên meclîsa şaredariyê û alîkarên hevşaredaran jî tevlî vê xebatê bûn.
 
Bangewaziya şahiya jinan 
 
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, Rêxistina Navçeya DEM Partiyê ya Peyasê û endamên meclîsa şaredariyê, ji bo şahiya jinan a ku ji aliyê TJA'yê ve meş û şahiya ku wê li hember Şaredariya Sûrê di 29'ê Tebaxê (În) saet 18.00’an de li dar bikeve, li Parka Ormanê dawetname belav kirin û hemû jin vexwendin şahiyê.