
Ji bo aştiyê avakirina jiyaneke nû pêkan e gelo?
- 09:04 28 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe yên li Îmraliyê nivîsandine de diyar dike ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, lê avakirina jiyaneke nû ya demokratîk ji bo mirovan e ku li ser bingeha azadî û wekheviyê ye. Ji bo 1'ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê, gotinên Abdullah Ocalan ên li ser aştiyê dîsa tên rojevê.
1'ê Îlonê ku di dîrokê de wekî roja destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn tê destnîşankirin, piştî wêraniyeke ku jiyana bi mîlyonan kesan têk çû, ev roj wekî "Roja Aştiyê ya Cîhanê" hate ragihandin. Ji wê demê ve, 1ê Îlonê bûye sembola daxwaza gelan ji bo azadî, wekhevî û jiyaneke aştiyane, ji bilî ku êşên ji ber şeran pêk hatîn tîne bîra mirov. Dengên ku li çaraliyê cîhanê ji bo aştiyê bilind dibin ne tenê armanc dikin ku çekan bêdeng bikin, di heman demê de armanc dikin ku mirov li ser bingeha nasnameyên xwe jiyaneke wekhev û azad ava bikin. Li Tirkiye û Kurdistanê, ev roj bi bi helwesteke xurt a lêgerîna salan a ji bo demokrasiyê û çareseriyê tê pêşwazîkirin.
Bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê , me hin nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser aştiyê ku di parêznameyên xwe yên Îmraliyê de vedibêje berhev kirin.
'Zemîna aştî û çareeseriya demokratîk a ku dihat hêvîkirin pêk nehat'
Abdullah Ocalan derbarê neçareserkirin pirsgirêka Kurd ji damezrandina Komarê û hilbijartina pergala hegemonîk ve dibêje, "Di qonaxa pêş de, Komara Tirkiye dê bi tevahî bi xaçerêyekê re rû bi rû bimîne. (...) Rêya komara demokratîk ku divê ji destpêkê ve were destpêkirin, tenê rêya aştiya civakî û çareserkirina pirsgirêkan di qonaxa pêş de ye."
'Ji bo aştiya mayînde xweseriya demokratîk'
Abdullah Ocalan, diyar dike ku aştî ne tenê bi nebûna pevçûnê, lê di heman demê de bi têgihîştinek nû ya komara demokratîk jî mimkun e û vê rewşê wiha tîne ziman: "Pirsgirêka bingehîn a ku divê di têkiliyên di navbera desthilatdarî, dewlet û xweseriya demokratîk de were çareserkirin ev e ku ew çawa dikarin cûdahiyên di navbera xwe de biparêzin û rêkûpêk bikin; bi awayekî din, ew çawa dikarin pirsgirêka aştiya civakî çareser bikin. (...) Çareseriya xweseriya demokratîk bi du rêbazan re mijûl dibe: Rêbazên şoreşger û reformîst. (...) Encama ku divê were derxistin ev e ku bêyî ku rêbaza tê bikar anîn çi be, tiştê bingehîn ev e ku vebijarkên sazî û rewşenbîrî yên ku dê pergala modernîteya demokratîk pêşve bibin bi berdewamî werin zêdekirin û bicîh kirin."
'Demokratîkkirina civakan bingeha aştiyê ye'
Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku pergaleke civakî ya bê şer û azad tenê bi xurtkirina siyaseta demokratîk mimkun e, û dibêje: "Girîntir e ku her du pergalên modernîteyê, bi zanîna ku ew ê neçar bimînin ku bi sedan salan bi hev re bijîn, bi pêşxistina çareseriyên destûrî yên demokratîk di nav hem dewleta neteweyî û hem jî pergala gerdûnî de, têkiliyên xwe yên navberê û nakokiyên xwe derbas bikin. Pêşketinek wisa dikare rabirdûya neyînî bibe pêşerojek erênî."
"Azadiya jinan û wijdanê civakî ji bo aştiyê girîng in."
Abdullah Ocalan azadiya jinan wekî yek ji stûnên herî bingehîn ên aştiyê pênase dike û dibêje: "Berî her tiştî, pênasekirina jinan û destnîşankirina rola wan di jiyana civakî de ji bo jiyaneke rast girîng e. (...) Mêr, bi hêza xwe ya zalim û wêranker, di rastiyê de di şexsê jinan de êrîşî jiyanê dikin. Wekî hegemonên civakî, dijminatiya mêran a li hember jiyanê û wêrankeriya wan bi rastiya civakî ya ku ew lê dijîn ve girêdayî ye."
Lêgerîna Aştiyê ji Banga 27'ê Sibatê heta îro
"Banga ji bo Aştiyê û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de nîqaşên li ser çareseriyê li Tirkiye û Kurdistanê vejandin. Di vê bangê de, Abdullah Ocalan ne tenê banga bêdengkirina çekan dike, lê di heman demê de banga pêkanîna siyaseta demokratîk û ji nû ve avakirina peymanek civakî ya hevpar a li ser bingeha wekhevî û azadiyê jî dike. Li gorî Abdullah Ocalan, avakirina civakek demokratîk di heman demê de tê wateya avakirina aştiya rastîn.
Piştî banga 27'ê Sibatê, nîqaşên aştiyê bêtir bûn, bi taybetî di nav muxalefeta civakî û saziyên demokratîk de ev niqaş zêde bûn. Tevgerên jinan, rêxistinên kedê û civaka sivîl diyar dikin ku ev bang ji bo hemû beşên civakê ye û îdia dikin ku aştî ne tenê bi danûstandinên di navbera aktorên siyasî de, lê di heman demê de bi wijdanê hevpar û têkoşîna gel dê were bidestxistin.
Girîngiya balkişandina ser aştiyê
Îro, li hember berdêlên giran ên polîtîkayên şer û pevçûnê, bangên Abdullah Ocalan careke din têne bibîrxistin. Ev rojeva aştiyê ku ji 27'ê Sibatê ve berdewam dike, dema ku bi 1'ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê re were hevber kirin, girîngiyek mezin pêk tîne. Xala bingehîn ku Abdullah Ocalan hem di parêznameya xwe ya Îmraliyê de û hem jî di bangên xwe yên dawî de bal kişand ser, heman bûn: aştî şêwazek jiyanê ye ku ji hêla siyaseta demokratîk û îradeya azad a gel ve tê serdestkirin.
Di vê çarçoveyê de, 1'ê Îlonê ne tenê wekî rojek bîranîna dîrokî, lê di heman demê de wekî bîranînek hemdem a têkoşîna gel ji bo avakirina civatek nû ya demokratîk xizmetê dike.