
Li Qoserê zarok bi minasebeta 1’ê Îlonê kom bûn
- 21:08 28 Tebax 2025
- Rojane
MÊRDÎN – Li Qoserê zarokan bi minasebeta 1’ê Îlonê kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, zarok bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê de kom bûn û bi atolyeyek ku wan çêkir, li Parka Mehmet Sincar ji bo aştiyê derketin ser dikê. Zarokan bi helbest, stran, henek û lîstikan dengê aştiyê bilind kirin.
Di çarçoveya çalakiyê de, zarok pêşî bi atolyeyan derketin ser dikê û dû re li platforma vekirî axivîn, helbest û stranên li ser aştiyê pêşkêş kirin.