ÎHD: Li herêma Egeyê di 6 mehan de 13 jin hatin kuştin
- 13:32 9 Îlon 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafên jinan eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku di şeş mehên pêşîn ên sala 2025’an de li Herêma Egeyê 13 jin hatine kuştin û 17 jin jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane.
Komîsyona Jinan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafên jinan bi civîneke çapemeniyê li baregeha komeleyê eşkere kir. Rapor ji hêla Nazli Turan û Ovgu Temizkan ve hate xwendin.
'Jin herî zêde li malê tundiyê dibînin'
Di raporê de hat gotin:"Li Tirkiyeyê, şîdeta li dijî jinan di salên dawî de gihîştiye astên cidî û bûyerên şîdeta fîzîkî û kuştina jinan bi girîngî zêde bûne. Jin herî zêde li malê tundiyê dibînin; şîdeta navmalî bandorên kûr ên psîkolojîk li ser hem jin û hem jî zarokan dike, ku nîşan dide şîdeta li dijî jinan pirsgirêkek civakî ye ku rasterast bandorê li civakê dike. Her çend îlankirina fermî ya 2025'an wekî 'Sala Malbatê' bi armanca xurtkirina malbatê tê pêşkêş kirin jî, xuya dike ku polîtîkayên ku têne bicîh kirin hîn jî li ser bingeha zîhniyetek in ku jinan bi rêya xebata lênêrînê û zayinê diyar dike. Teşwîqên zewacê, piştgiriya li ser bingeha hejmara zarokan û rêziknameyên xebata nîv-dem piştî dayiktiyê xetera qelskirina pozîsyona jinan a di bazara kar de, sînordarkirina serxwebûna wan a aborî û di demek dirêj de têkbirina ewlehiya wan a civakî ye."
Di şeş mehan de li Herêma Egeyê 13 jin hatin kuştin
Di raporê de, hat eşkerekirin ku di şeş mehên pêşîn ên sala 2025'an de li Herêma Egeyê 13 jin hatine kuştin û 17 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dane û hat gotin:"Gelek jin tevî wergirtina fermanên parastinê li gorî Qanûna Hejmar 6284 nekarîn ji tundûtûjiyê werin parastin û di hin rewşan de, xemsariya rayedarên giştî bû sedema berdewamiya tundûtûjiyê. Ji bilî tundûtûjiya navmalî, jin di heman demê de rastî zextên ji polîtîka û pratîkên dewletê jî tên."
Her wiha di raporê de hat gotin jin li girtîgehan jî zext û tundiyê dibînin.