'Em li dijî modela perwerdeyê ya zayenperest li ser piyan e'

  • 15:11 11 Îlon 2025
  • Rojane
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a Îzmîrê ya DEM Partiyê li dijî nêzîkatiya perwerdehiyê ya zayendperest û yekperest, ji bo daxwaza "perwerdehiya wekhev, belaş, laîk û bi zimanê dayikê" daketin kolanan û bal kişandin ser newekheviya derfetan û zayendperestiyê ya di perwerdehiyê de. Di xwepêşandanê de hat gotin, "Em li dijî kesên ku pêşeroja zarokên me tarî dikin radiwestin."
 
Meclîsa Jinan a Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo protestokirina nêzîkatiya zayendperest û yekperest a pergala perwerdehiyê civînek çapemeniyê li dar xist. Di çalakiya ku li ber Lîseya Ataturk hate lidarxistin de, pankartek bi nivîsa "Em li dijî modela perwerdehiyê ya zayendperest û yekperest û newekheviya derfetan a di perwerdehiyê de, radiwestin" û pankartên bi nivîsa "Budce ji bo perwerdehiya wekhev, ne xizanî", "Mufredatek azadker, ne zayendperest" û "Perwerdehiya laîk, zanistî, bi zimanê dayikê" hatin hilgirtin. Jinan gelek caran dirûşmeyên wekî "Perwerdehiya laîk, zanistî, bi zimanê dayikê", "Destên xwe ji laşên zarokan vekişînin" û "Bêdeng nemînin, biqîrin; zimanê dayikê mafek e" berz kirin. Burcugul Çubuk, parlamentera Îzmîrê ya DEM Partiyê û gelek jinên din beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
 
Tulin Tumer, endama Meclîsa Jinan a Îzmîrê ya DEM Partiyê, li ser navê girseyê daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin:"Paşguhkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û redkirina pirrengiyê pergala perwerdehiyê hîn bêtir yekperest dike. Mafê zarokan ê perwerdehiya bi zimanê dayikê şertê herî bingehîn ê civakek demokratîk û wekhev e. Em pêşniyar dikin ku her zarokek bi zimanê dayikê bi azadî perwerde bibe û nasname û çandên cûda bi wekhevî bijîn. Em daxwaza xwe ya ji bo pergalek perwerdehiyê ya piralî, demokratîk û wekhev dubare dikin. Em, jin, vê pergalê qebûl nakin! Li dijî polîtîkayên perwerdehiyê yên zayendperest, yekperest û leşkerî, em mafê xwe yê perwerdehiya wekhev, azad, laîk, piralî û zanistî diparêzin. Em dengê xwe li dijî kesên ku pêşeroja zarokên me tarî dikin bilind dikin: Perwerdehiya wekhev, azad, bi zimanê dayikê û zanistî mafek e; ew nayê asteng kirin!"
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.