Israîlê li Xezayê 65 hezar kes qetil kir

  • 18:55 17 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Di êrîşên Israîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha yên li hember Xezayê de 65 hezar û 62 kes hatin qetilkirin.
 
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daye de, agahiyên dawî yên kesên di êrîşan de hatine qetilkirin û birîndar bûne parve kir. Li gorî daxuyaniyê di 24 saetan de li Xezayê 98 cenaze û 385 birîndar rakirine nexweşxaneyên Xezayê.
 
Di êrîşan de ji 7’ê cotmeha 2023’an het aniha 65 hezar û 62 kes hatin qetilkirin.