
Li Fransayê bi hezaran kes daketin kolanan
- 15:44 18 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê, partiyên çepgir jî tevlî greva ku sendîkayan ji bo budce, teqawidbûn, mûçe, kar û edaletê bacê dabûn destpêkirin bûn û bi sed hezaran kes daketin kolanan.
Serokwezîrê nû Sebastien Lecornu piştî hilweşîna Bayrou François yê pêşiyê wî, di bin zextê de ye. Sendîkayan, ragihandin ku hikûmet hê gaveke şênber neavêtiye û banga xurtkirina xwepêşandanan kirin.
Li seranserê Fransayê li ser banga 8 sendîkayan (CFDT, CGT, FO, CFE-CGC, CFTC, Unsa, FSU, Solidaires) bêhtirî 200 xwepêşandan tê lidar xistin û bi sedhezaran çalakvan daketin kolanan. Di van xwepêşandanan de daxwazên wekî bidawîanîna polîtîkayên teng, vegerandina reforma teqawidiyê, zêdekirina mûçeyan, adeleta budceyî û bacê ji bo xizmetên giştî hene.
CGT’ê ragihand ku li Lyonê 20 hezar û li Marsîlyayê 120 hezar kes tevlî meşê bûne, lê polîs ragihandin ku li Marsîlyayê 15 hezar kes tevlî bûne. Li navenda bajêr di navbera çalakvanan û polîsan de rageşî rû dan.
Li gorî agahiyên Wezareta Karên Hundir heta nîvro 94 kes hatine binçavkirin. 476 xwepêşandan hatine lidar xistin ku 135 ji wan dorpêç bûn. Li 20 deveran li ser rê agir hatin pêxistin.
23 dibistanên navîn hatin girtin û ketin û derketina 52 dibistanan hatin astengkirin. Sendîkaya Rail SUD’ê, banga greveke bêdawî kir. Di daxwaza sendîkayê de zêdekirina mûçeyan, bidawîanîna êrîşên li Xezeyê, îstifaya Macron û statuya qanînî dayîna koçberan hene.
Endamên Sud-Rail li Wezareta Aboriyê çalakiyek rûniştinê ya kurt li dar xistin.
Meşa li Parîsê wê ji Bastille dest pê bike û di nav Republique re heta Meydana Nation dewam bike. Firoşkaran ji ber sedemên ewlehiyê hin dikan girtine. Tê payîn ku tevlîbûna çalakiyan hê xurtir be.