MKG’ê li Wanê şaxa xwe vekir
- 19:54 18 Îlon 2025
- Rojane
WAN - Seroka MKG’ê Roza Metîna di vekirina şaxa li Wanê de axivî û got: “Rojnamegerên jin li qadan hem bi maşîneyên xwe hem jî bi nivîsên xwe cih digirin.”
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li Wanê şaxa xwe vekir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ya qeyûm tayînê şûna wê bûye, Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sagyîtîg, Tevgera Jinen Azad (TJA), Meclîsên Jinan yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) û Partiya Demokratîk a HerêmanDBP) yên Wanê, rêveberên KOmeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê,Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DDG), karkerên jin yên ji aliyê qeyûm ve ji kar hatibûn avêtin, rojnamegerên jin û gelek jin tevli bûn.
‘Rojnamegerên jin di pêvajoya nû de dîsa hedef tên girtin’
Rojnameger Oznur Deger di axaftina vekirinê de axivî û da zanîn ku li Wanê vekirina şaxê hewcedariyek bû û got: “Di meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Amed, Wan Û Mersînê pêk hat de rojnameger rastî êrîşan hatin. Rojnameger her tim hedefa dewlet û desthilatdariyê bûn. Îro jî di vê pêvajoya nû de dîsa hedefin.Em dizanin ku çapemenî azad nebe civak jî azad nabe. Em dizanin ku rêxistinbûna jinan ferze. Em ji Gurbetellî heta Nagîhanê ji wê heta Cîhanê têkoşîna xwe rêxistin dikin. Êdî MKG’ye ke rojnamegerên jin ya dikarin xwe rêxistin bikin heye.”
‘Rojnamegerên jin hêviyê didin vê pêvajoyê’
Seroka MKG’ê Roza Metîna jî axivî û wiha got: “Em bi mîrateya salan hatine vê rojê. Ew mîrate hêzê dide me. Zext û êrîş hîna didomin. Rojnameger li qadan hem bi maşîne hem jî bi nivîsên xwe cih digirin. Tevî hemû êrîşan xebata xwe didomînin û hêviyê didin pêvajoyê. Em hêza xwe ji Gurbetellî, li Gulîstanê digirin. Em şehîdên çapemeniya azad carek din bibîr tînin. Em carek din soz didin ku em ê pênûsa wan li erdê nehêlin.”
Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt jî axivî û balkişand ser girîngiya komeleyê ya ku rojnamegerên jin xwe rêxistin dikin û got: “Em rojnamegerên ku têkoşîna Gulîstan, Nagîhan û Cîhanê bilind dikin silav dikin. Di vê pêvajoyê de dibin dengÊ jinan. Em dizanin ku heta jin azad nebin aştÎ ne pêkane, jiyana demokratîk ne pêkane.”
Seroka MKG’a Wanê Oznur Deger hat hilbijartin.