
Kongra Star piştgirî da têkoşîna jinên Abya Yala
- 12:43 21 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star piştgirî da têkoşîna jinên Abya Yala û got: “Berxwedana we îlhamê dide me û cîhanê, tîne bîra me ku şoreş bi axê, bi laş, bi dayİkan, bi jinan dest pê dike.”
Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyekî piştgirî da têkoşîna jinên xwecihî yên Abya Yala. Daxuyanî li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Stadyûma 12’yê Adarê hat dayîn. Li ser navê Kongra Star Revebera Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a Qamişloyê Rohilat Mûslim daxuyanî xwend.
Rohilat Mûslîm destpêkê got ku “Ji dilê têkoşîna me ya jinan a ku bêsînor e, em hevgirtina xwe bi jin û gelê Abya Yala re di têkoşîna wan a ji bo jiyan û rûmetê de radighînin” û wiha berdewam kir: “Em, wekî Kongra Star, bi banga xwişk û gelên xwecihî yên li parzemîna Abya Yala, dengê xwe yê piştgiriyê ji bo greva neteweyî ya adil a li Ekvadorê û ji bo têkoşînên gelerî ên ku nêzîkatiya hikûmetê ya neolîberal a ku zilm, tundûtûjî û xizaniyê ji nû ve hilberîne red dikin, bilind dikin. Ji pozîsyona berxwedana jinan a me ya li Rojavayê Kurdistanê, em li bûyerên ku li Imbabura, Quito û bajarên din ên Ekvadorê diqewimin temaşe dikin. Em leşkerîkirin û zexta sîstematîk a ku ji hêla dewletê ve li dijî xwepêşanderan, bi taybetî gelên xwecihî û jinên ku di parastina jiyan, erd, edalet û rûmetê de di rêza yekem de ne, bi tundî şermezar dikin.”
Rohilat Mûslîm balkişand ser kiryarên hikûmeta Daniel Noboa, ya di nav de şandina bi hezaran leşkeran, dorpêçkirina paytextê, serdegirtina nexweşxane û taxan û înkarkirina lênihêrîna bijîşkî û wiha pê de çû: “Em vana, wekî sûcek li dijî mirovahiyê û terorîzma dewletê li dijî gelên ku daxwaza mafê xwe yê jiyaneke azad û bi rûmet dikin, dibînin. Biryara Yekîtiya Neteweyên Xwecihî yên Ekvadorê (CONAIE) ya banga greveke neteweyî ne tenê rewa ye, lê di heman demê de pêwîstiyeke dîrokî ye li hember birçîbûn, îstismar û talankirina jîngehê. Gelên marjînalîzekirî ne mijarek ne gengaz, mijarên eşkere dixwazin: mafê erd, av, tenduristî, perwerde û xwerêvebirinê.”
Rohilat Mûslîm diyar kir ku Kongra Star, girtinên girseyî, bikaranîna gaza jehrî li dijî zarokan û çewisandina civakên ku ji bo parastina xwe radibin ser piyan, şermezar dike. Rohilat got ku “Em hikûmeta Ekvadorê ji ber tawanên wê yên li dijî xwepêşanderên aştiyane bi tevahî berpirsiyar dibînin” û wiha berdewam kir: “Em têkoşîna jinên Quechua û Caranqui û hemû jinên xwecihî yên ku di pêşengiya berxwedanê de ne û wateya rastîn a hêz û rûmetê temsîl dikin silav dikin. Berxwedana we îlhamê dide me û ji cîhanê re tîne bîra xwe ku şoreş bi axê, bi laş, bi dayikan, bi jinan dest pê dike.”
Rohilat di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em, Kongra Star, soza xwe ya ji bo rawestana li kêleka jinên Abya Yala û gelê wê yê têkoşer nû dikin. Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên jin, demokratîk û ekolojîk, û tevgerên civakî yên li çar aliyên cîhanê dikin ku dengê xwe bilind bikin û hewlên xwe bikin da ku bi Ekvadorê re û bi hemû gelên ku ji bo edalet û azadiyê têdikoşin re hevgirtî bin.
Jin, Jiyan, Azadî
Bijî têkoşîna jin û gelên xwecihî”