Gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê ya di çapemeniya cîhanê de

  • 15:58 26 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya Kurd a têkildarî vekişîna hêzên xwe, di çapemeniya cîhanê de deng veda. 
 
Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Qendîlê daxuyaniyeke girîng da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) vedikişînin “Herêmên Parastinê yên Medyayê.”
 
Daxuyaniya tevgerê di çapemeniya cîhanê de jî deng veda û di nûçeyan de gelek caran bal kişandin ser avêtina gavên şênber ên yasayî. 
 
Reuters
 
Reutersê daxuyaniya PKK’ê bi sernavê “Milîtanên Kurd ên PKK’î weke parçeyeke bêçekbûnê ragihandin ku xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin” ragihand. Reutersê, di nûçeya xwe de PKK weke rêxistineke “derqanûnî” pênase kir û diyar kir ku bi biryara vekişînê re di mijara avêtina gavên şênber de zext li Tirkiyeyê kiriye. 
 
Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Bi vê gavê re PKK’ê nîşan da ku bi pêvajoyê re dilsoz e û ji hikûmeta Tirk re got ku bêyî dereng bimîne divê gavên pêwîst ên ‘yasayî û siyasî’ biavêje. Hat diyarkirin ku divê Enqere bi rêya yasayên entegrasyonê pêşiya PKK’ê veke ku derbasî ‘siyaseta demokratîk’ bibe.” 
 
Al Jazeera 
 
Al Jazeerayê jî daxuyanî bi sernavê “PKK’ê ragihand ku şervanên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne Iraqê” weşand. Di nûçeyê de ragihandina biryara xwefesixkirinê û merasîma çekşewitandinê hate bibîrxistin. 
 
Al Jazeerayê, bal kişand ser banga Sabrî Ok a amadekirina sererastkirinên hiqûqî û diyar kir ku gavên PKK ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî diavêje, dibe ku hem ji bo HSD’ê ku Tirkiye weke baskekî PKK’ê dibîne û hem jî ji bo seranserî herêmê encamên berfireh bi xwe re bîne. 
 
Ap
 
Associated Press (AP) jî daxuyanî bi sernavê “Rêxistina çekdarî ya Kurd PKK’ê ragihand ku hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne Iraqê” weşand. Di nûçeyê de merasîma çekşewitandinê ya PKK’ê hate bibîrxistin. 
 
The Hindu
 
Rojnameya The Hindu ku li Hindistanê bi zimanê Ingilîzî rojane derdikeve jî daxuyanî bi sernavê “Koma serhildêr a Kurd PKK’ê ragihand ku hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne Iraqê” da. Di nûçeyê de bal kişand ser merasîma çekşewitandinê. 
 
The Times Of Israel 
 
The Times of Israelê jî daxuyanî bi sernavê “Hêzên Kurd ên PKK’î dest bi vekişandina hêzên xwe yên li Tirkiyeyê ber bi Iraqê ve kir” da. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “PKK’ê bang li Enqereyê kir ku ji bo parastina pêvajoya aştiyê gavên yasayî biavêje.” 
 
Di nûçeyê de wiha hate gotin: “PKK’ê bi bidawîkirina têkoşîna çekdarî re, xêzek avêt bin tundiya 40 sal in didome û bû sedema mirina 50 hezar kesan.” 
 
Bi domdarî di nûçeyê de hûrgiliyên daxuyanî û pirsên rojnamegeran hatin parvekirin û bal kişand ser gotina Sabrî Ok a “Hewceye yasayên taybet û guhertin bên kirin... Ev, divê mexsûsê PKK’ê bin.” 
 
NBC News
 
NBC Newsê jî nûçeya xwe bi sernavê “Koma serhildêr a Kurd PKK’ê ragihand ku şervanên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne” da. Di nûçeyê de hate gotin ku PKK bi dehan sala ye “serhildana xwe” didomîne.” 
 
Di nûçeyê de cih da gotina Sabrî Ok a “Ji bo pêşîlêgirtina pevçûn û provokasyonan, bi erêkirina Abdullah Ocalan em tevahiya hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin Herêmên Parastinê yên Medyayê.” Her wiha di nûçeyê de hate gotin ku Ok, banga avêtina gavên yasayî û siyasî kiriye. 
 
Barron's
 
Kovara heftane û rojnameya Barronsê ya Amerîkayê ku ji sala 1921’ê heta niha têkildarî aboriyê analîzan parve dike jî got: “Milîtanên Kurd ên PKK’î di roja yekşemê de ji bo parastina pêvajoya aştiyê û destûr were dayin milîtanên wê derbasî siyaseta demokratîk bibin, bang kir ku tevdîrên yasayî bên girtin.” Di nûçeyê de ji nûçeya ANF’ê jî kitekitên berfireh hatin dayin û cih da gotina: “Gavên yasayî û siyasî yên pêvajo ferz dike... û ji bo tevlibûna siyaseta demokratîk, divê yasayên entegrasyona demokratîk bêyî werin vehêlandin bikevin meriyetê.” 
 
Parve bike: