Li dijî tiryakê tedbîr, rehabîlîtasyon û dûrketin
- 09:02 7 Mijdar 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Pispor psîkolog Ozlem Gulder Altuner da zanîn ku di tiryakbûna hişbirê de rêbaza ewil tedbîre û got: “Divê malbat bi zarokên xwe re têkiliyan deynin, hestên wan xurt bikin û eleqeyê nîşanê wan bidin.”
Li Tirkiyeyê tê texmînkirin ku ji 10 mîlyonî zêdetir kes hişbirê bikar tînin. Temenê bikaranînê navbera 15-20’an de dest pê dike lê tê texmînkirin ku ev dakeitye bin temenê 15’yî. Pispor Psîkolog Ozlem Gulder Altuner der barê mijarê de axivî û got rêbaza têkoşînê ya ewil tedbîre û got kesên van madeyan bikar tînin divê ji cihê ku jê bandor dibin dur bên hiştin û divê pergaleke rehabîlîtasyon3e ya ku xwe dikarin bigihîninê hebe.
Ozlem Gulder Altuner da zanîn ku tiryakbûn nexweşiyek şexsî û pirsgirêkek civakiye û got: “Tiryakbûn li ser mêjî bandorek cidî dike û ev wek nexweşî tê pênasekirin. Sedema derkevina vê nexweşiyê jî bêguman têkiliyên malbatê, asta perwerde, nirxên civakî û kêmasiyên pergala piştgiriyê ne.”
Ozlem Gulder Altuner di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Di têkoşîna li dijî tiryakbûnê de divê ewil tedbîr bên girtin. Divê dewlet xizmetên tenduristiya rih bidin, bernameyên piştgiriya civakî û perwerdehiyê ya ji bo ciwanan zêde bikin. Di vir de saziyên civaka sivîl jî peyewireke di alî hişmendiyê de rehabîlîtekirina civakî dibîne. Peywira esas a malbatan jî ev e ku bi zarokên xwe re têkiliyan deynin, hestên wan xurt bikin, eleqeyê nîşanê wanbidin. Li şûna rexnekirinê zêdetir guhar bikin, bêyî wan bidarizînin rehberiyê bikin.”
‘Piştgiriya profesyonel’
Ozlem Gulder Altuner bi lêv kir ku malbat ji hinek tişan dikarin fêm bikin ku zarokên wan hişbirê bikartînin an na û wiha bi lêv kir: “Heval dikarin biguherin, serkeftina dibistanê dikare bikeve, demek dirêj dikrae di odeyê de tenê bimîne an jî bi hêrs be, gotinên tund bêje. Dema malbat vê ferq bikin divê piştgiriya profesyonel bigirin.”
Divê çawa nêz bibin?
Ozlem Gulder Altuner di berdewamiyê de wiha got: “Li şûna sûcdarkirin, cezakirinê divê hîn bêtir pê re eleqederbûn hebe. Malbat divê vê wek şerm, qelsî nebîne, divê wek ‘nexweşiyekê ku alîkariyê dixwaze’ bibîne. Divê di her alî de di dermankirina zarok de aktîf rol bigirin. Ji tiryakbûnê xilasbûn bi qasî mijareke îradeyî, pêvajoya dermankirineke profesyonele jî. Divê piştgiriya tibî, psîkoterapî û civakî bi hev re bê meşandin. Ligel xizmetên rehabîlîtekirina ku mirov dikarin xwe bigihîninê divê hebin. Divê di vî alî de ev piştgirî bên xurtkirin. Her wiha rehabîlîtekirina li hember zayendê hestiyar jî divê hebin. Jin û zarokên keç di pêvajoya tiryakbûnê de hîn bêtir şikestî ne. Ji ber pêşdarazên civakî di alî xwestina alîkariyê de zehmetiyan dikşînin. Ji ber vê jî xurtkirina jinan gelek girîng e.”








