Rewşenbîr û çalakvanan banga lêkolîna bûyera Xezal Mewlan kirin
- 11:49 17 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşenbîr, hunermend û çalakvanên sivîl têkildarî şehîdbûna Xezal Mewlan bang li Dozgeriya Giştî kirin ku lêkolînê li ser mijarê bikin û erkê xwe yê yasayî bi cih bînin.
Ji rewşenbîr, hunermend û çalakvanên sivîl yên Başûrê Kurdistanê 211 kesan derbarê buyera şehîdbûna pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan Xezal Mewlan ya Rojhilatê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dîsa emin û çiyayên me, dîsa di dema hembêza pêkvejiyanê de xencer li me hate xistin. Dîrok ji me re dibêje ku aştî ji bo Kurdan gotinek ku destpêka wê heye lê dawiya wê nîne. Lewma çekê herî mezin ê di destê me de, yekdengî û yekitiya me ye.
Bi navê rewşenbîr, hunermend û çalakvanên sivîl yên Başûrê Kurdistanê, wekî erkeke neteweyî û nîştimanî; çawa ku di doza Rojava de, di jêkirina kezî û şehîdkirina şervanên Kurd de em bûn dengê bi dehan milyonî yê neteweya xwe li seranserê cîhanê û me karî herikîneke yekdeng û yekgirtî ava bikin û hêviya neteweyî ji bo Kurdan li her derê dinyayê vegerînin; bi heman rengî em xwe li hemberî her dozeke neteweyî ya ku tê serê gelê Kurd li her parçeyekî Kurdistanê be, bi berpirsiyar dizanin.
Hevdengiya me ya vê carê taybet ji bo Rojhilatê welate. Di rojên borî de ji ber êrişeke balafirên bêmirov, çend pêşmergeyên Rojhilat bi giranî birîndar bûn ku piştre ji ber xemsariya çend nexweşxaneyan, yek ji wan şehîd bû û tevlî karwanê nemirên rêya azadiya Kurdistanê bû. Ji vê perspektîfê ve, em wekî vê koma rewşenbîr, hunermend û çalakvanan radigihînin ku; Xanim Xezal Mewlan keça me, şoreşgera me û şehîda me ye. Emê parastina mafên wê yên hatiye xwarin bikin.
Beriya her tiştî, em her cûre lêdan û bombebarankirina bajarên Herêma Kurdistanê ji aliyê komên milîs û yên ji yasayê derketî û dewletan ve li ser sazî û dezgehên welatê me û ser û malê welatiyên sivîl li Başûrê welat şermezar dikin. Em di wê baweriyê dene ku ev şer bi neheqî li ser gelê Kurd hatiye sepandin. Belgeya vê neheqiyê jî daxuyaniyên Kurdên li Başûr û hêzên Rojhilat ên li Başûr niştecihin ku bi zelalî diyar kirine ku ew ne parçeyek ji vî şerî ne yê ku herêmê vegirtiye. Lewma lêdan û bombebarankirina Kurdan li her der û parçeyekî be, bi hinceta şer, neheqî ye û ji her exlaqekî mirovî dûre.
Em di wê baweriyê dene ku neheqiyeke pir eşkere li hemberî wê hatiye kirin. Em helwesta wan nexweşxaneyên ku dermankirina wê red kirine, wek neheqî dibînin. Ev berteka wan dûrbûna ji exlaq û pîşeya bijîşkî û binpêkirina sonda yasayî ya bijîşkî ye. Em rêveberiya wan nexweşxaneyan, bi taybetî her du nexweşxaneyên Bexşîn û Asya, berpirsiyar dibînin û vê yekê wek sedema sereke ya mirin û şehîdbûna Xanim Xezalê dizanin. Her wiha bang li desthilata Dozgeriya Giştî ya parêzgeha Silêmaniyê dikin ku di vê mijara mirovî û neteweyî de dengê xwe derxin, di vekirina dosyaya lêkolînê û tespîtkirina aliyê kêmtirxem de xemsariyê nekin û raya giştî ji encaman agahdar bikin.
Ew hincetên ku nexweşxaneya taybet a (Bexşîn) di daxuyaniya xwe de belav kirine ku qaşo ji ber nebûna kaxiza polîsan wernegirtine, em wek tiştekî nayê qebûlkirin dibînin. Li gorî naveroka vê rênimaya ku qala wê tê kirin de bi zelalî ji bo birîndarên mijarên sûcdarî û tawanên kesî hatiye diyarkirin, lê mijara Şehîd Xezal ji ber ku birîndara bombebarana şer bû, nedihat qebûlkirin ku nasname, ziman, cografya, ol û rengê çermê wê bibe asteng li ber dermankirina wê, di zûtirîn dem de û bêyî dudilî divê dermankirina pêwîst jê re bihata kirin û jiyana wê ji mirinê bihata rizgarkirin.
Di niha de ji ber gefên berdewam ên li ser Başûrê Kurdistanê û her wiha ji bo parastina jiyana welatiyên me, mixabin nabe ku ti cûre kombûneke cemawerî bê rêkxistin.
Xeyala ewên li dijî Kurdan sernakeve, ger bixwazin bi van cure êrişên dijminane yekrêzî û yekdengiya Kurdan têk bidin û wan ji daxwazkirina mafên wan ên rewa sar bikin, her dilopeke xwîna şehîdekî, dareke din a azadiyê mezin dike, kîna me ya dîrokî zêdetir dike û me li ser daxwazên me yên rewa ji bo gihîştina bi mafên me yên neteweyî bi biryartir dike.
Her kesê ku bi vê daxuyaniyê re hevdenge, dikare navê xwe li lîsteyê zêde bike.”
Navê rewşenbîr, hunermend û çalakvanên Başûrê Kurdistanê ku îmza avêtine:
Şêrzad Hesen
Rauf Begard
Gazîza Omer
Soran Hama Rash
Asos Hardi
Xandan Caza
Horen Xerib
Diyari KaradaXi
Şivan Karim
Şivan Atoof
Çimen Îsmaîl
Serdar Abdullah
Hawjîn Mela Emîn
Ezîz Reûf
Pişko Necmedin
Rebin Hardi
Sara Qadir
Ranj Sangawî
Rahman Xarib
Hawraz Mihemed
Ako Ezîz Mîrza
Tahir Abdulwahid
Dilawar Qaradaxi
Goran Namiq
Bahoz Nasradîn
Soran Neqşbendî
Aşna Rauf
Rawaz Hamasaleh
Mihemed Mistefa
Huseyîn Rebî
Rêzan Cemal
Çiro Omar
Niaz Nûrî
Nêçîr Xelîl
Nabaz Xalid
Dilşad Hemîd
Sîrwan Xerib
Hamid Banî
Birwa Kamil Attar
Gimo Mihemed
Naşmil Ali Barzenji
Derîn Hemîd
Lauk Abubekr
Raviyar Nawzad
Şaxewan Abdullah
Dastan Malabakr
Bilind Qaradaxi
Nejad Celal
Rastî Cemal
Nawjin Mohammed
Sarhang Ismail
Şeyma Abdullah
Zanyar Fatah
Ala Abbas
Şemal Latif
Mariwan Ibrahim
Mustafa Abbas
Evano Abdullah
Sarxan Yasîn
Mofaq Lahoni
Goran Elî Kerîm
Karwan Abdullah Sofî
Serdar Nore
Diyar Halabceyî
Hoşman Celal
Mihemed Huseyîn
Halgurd Salih
Ehmedî Mela
Bestun Mahmud
Kamran Reûf
Zahir Abaraş
Hawber Hussein Mohammed
Kojin Ciwanro
Lovan Nazira
Çemê Xalid
Soma Bapir
Dilşad Mistefa
Shoko Omar
Alan Hadî
Awat Osman
Xelat Newzad
Rêber Rêber
Aso Cebar
Hama Haşim
Balen Necmeddîn
Rekawt Hamatofiq
Xarman Hirani
Karimok Gafoor
Darya Xalid
Xeyber Refîq
Diyar Omar
Safin Xaracani
Dilêr Ahmad
Mihemed Elî
Ehmed Nabaz
Hadî Îsmaîl
Kardo Mihemed
Dilşad Kowestanî
Xesrew Hema Kerîm
Enwer Raşay Ewla
Çalak Sadiq
Pişko Rahim
Medya Rauf Begard
Warzer Mensûr
Adel Ezîz
Dana Rauf
Dana Fayeq
Peyam Hazim
Kamran Mistefa
Huseyîn Latif
Edris Ali
Şahram Namiq
Fazil Qesab
Derwîş Omer
Bahara Biharê
Tevga Mihemed
Lana Karim
Kanî Omer
Ardalan Halabceyî
Goran Abdullah
Şaho Pêncwên
Mehdî Hesen
Îdrîs Ebdî
Asrin Iskender
Nehro Şewqî
Caro kesk
Mîran Azad
Şemal Abaraş
Hiwa Qadir
Nabaz Ehmed
Dana Kerim
Şadan Fûad
Rostem Agala
Latif Fatih Ferec
Aram Samin
Kawa Kafroşî
Mecîd Salih
Saman Celal
Sadiq Huseyn
Enwer Qadir Reşîd
Biryar Namiq
Abbas Ebdulrezaq
Danar Aslan
Harde Samir
Rizgar Emîn
Hamaswar Ezîz
Hesen Marif
Kurdawan Hama Seîd
Azade Cemaat
Amir Golami
Zanko Sardar
Rizgar Hema Reşîd
Îsmaîl Hama Emîn
Kamran Warya Qane
Şefîq Mihemed
Deştî Kalhuri
Hemn Mehmûd
Barzan Hastyar
Hemn Hesen
Safîn Enwer
Viyan Nusrewan
Goran Dukani
Ferhad Saadî
Ranjdar Seîd
Arî Hoşyar
Ala Hoşyar
Rahoz Kamran
Siwar Husên
Çiman Îsmaîl Reşan
Çenar Nizar
Baban Omar
Diyari Omar
Didar Omar
Amanj Xelîl
Besaran Casim
Zarya Sami
Diyar Feyzula
Luqman Salim
Sadiq Ezîz
Bahar Hosseini
Rojîn Şerîfî
Avan Gulam
Şakar Cebar
Zana Tofîq
Sakar Osman
Rebaz Hama Jaza
Bestan Salar Mihemed
Rebaz Tahir
Aras Abdullah
Tarza Ezîz
Safin Ayub
Dijwar Rebwar
Mariwan Kerim
Çiya Mihemed
Bayan Ali
Hawkar Salih
Mewlan Hemed Emîn
Pêşeng Mihemed
Çiya Mihemed
Sewan Yasîn
Hatwan Yasîn
Pişko Mihemed
Bandi Ali
Şivan Jaf
Akam Ali
Harem Osman
Osman Zindanî
Renwar Osman
Leheng Kurd
Ari Hama







