Ji ber lêketina birûskê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da

  • 14:11 18 Nîsan 2026
  • Rojane
AMED - Li navçeya Erxeniyê birûsk li 3 zarokan ket. Ji zarokan 2 jê jiyana xwe ji dest dan û yek jî bi giranî birîndar bû. 
 
Li baxçeyê dibsitaneke seretayî ya navçeya Erxenî ya Amedê, birûsk li darekê ket. Ji 3 zarokên li bin darê Serkan Yildirim (13) û Kasim Yildirim (14) jiyana xwe ji dest dan û M.Y. jî bi giranî birîndar bû. 
 
Piştî kesên li derdorê xeber ragihandin tenduristkar sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar piştî mudaxileya ewil sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Serkan Yildirim û Kasim Yildirim ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê hatin dermankirin, tevî hemû mudaxileya bijîşkan jî jiyana xwe ji dest dan.
 
M.Y.'yê ku li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê tê dermankirin, rewşa wî giran e.