Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeh

  • 16:07 22 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn li bajarê Dêrikê ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeha fermî hate vekirin.
 
Tevgera Hîlala Zêrîn li bajarê Dêrikê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê pêşangeha tabloyên hunerî vekir.
 
Bi dehan şêniyên bajêr çûn serdana pêşangehê. Di pêşangehê de tabloyên hunerî ku berxwedan şervanên YPJ’ê û rola jinan di şoreşa Rojava de nîşan didin, hatin pêşandan.
 
Pêşangeh di çarçoveya rêzeçalakiyên bi dirûşma "Em hemû YPJ ne" de hate vekirin.