Nobeta Azadiyê ya Strasbourgê dikeve sala 15’emîn
- 17:39 22 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Strasbourgê ji ber 14’emîn salvegera "Nobeta ji Rêber Apo re Azadî" ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de hatibû destpêkirin, çalakiyek hat lidarxistin.
Nobeta ku piştî greva birçîbûnê ya 2012’an dest pê kir, di 14 salan de bi sedan komên ji welatên cuda yên Ewropayê hatin û bi dorveger berdewam kir.
Nobeta Azadiyê ya Strasbourgê di nava salan de ji çalakiyek protestoyî wêdetir bû yek ji navendên sembolîk ên bîranîna rêxistinkirî ya dîasporaya Kurd, hewldanên hevgirtina navneteweyî û daxwaza azadiya Rêber Apo.
Ji ber 15’emîn sala Nobeta Azadiyê li qada Strasbourgê ya Konseya Ewropayê ya ku her hefte çalakiya rûniştinê tê lidarxistin, çalakiyek hat lidarxistin.
Di çalakiya ku li qada Nobeta Azadiyê hat lidarxistin de tevî Kurdên li Ewroapyê dijîn, Nûnerê DEM Partiyê yê Konseya Ewropayê Berdan Ozturk, parlamentera Partiya Kesk a Strasbourgê û endama Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê Sandra Regol, ciwanên enternasyonalîs, nûnerê DEM Partiyê yê Konseya Ewropayê Fayik Yagizay, Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut û kesayetên navdar beşdar bûn. Di çalakiyê de mijarên wekî rola Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a çareseriya pirsgirêka Kurd û mafê hêviyê derketin pêş.
Di çalakiyê de li ser girîngiya piştgiriya navneteweyî ji bo çareseriyek demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd rawestiyan û di heman demê de helwesta saziyên Ewropayê hat rexnekirin.
Mijareke din a girîng a çalakiyê biryara 2014’an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser "mafê hêviyê" bû.
Di çalakiyê de berpirsiyariya Konseya Ewropayê ji bo bicîhanîna biryarê hat bibîrxistin û daxwaza bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê hat kirin.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Nobeta Azadiyê ya ku 14 sal in li Strasbourgê tê lidarxistin ne tenê şêwazeke protestoyê ye; veguheriye qadeke sembolîk a têkoşînê ku daxwaza gelê Kurd a ji bo azadiyê, bîra rêxistinkirî ya dîasporayê û lêgerîna hevgirtina navneteweyî.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji hêla ciwanên enternasyonalîst ve hat xwendin de hat diyarkirin ku civaka Kurd û alîgirên enternasyonalîst ev 14 sal in bêyî ku şert û mercên hewayê binêrin çalakiya nobetê li dar xistin û li dora daxwaza "azadiya rêberê gelê Kurd" bûne yek.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêber Apo li Girtîgeha Îmraliyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têdikoşe û bêdengiya saziyên mafên mirovan ên Ewropayê hat rexnekirin.
Di daxuyaniyê de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî doza Rêber Apo hat bibîrxistin û hat destnîşankirin ku cezayê heta hetayê yê girankirî di warê "mafê hêviyê" de pirsgirêk e û hat xwestin ku Tirkiye di vî warî de gavan bavêje.
Daxwaz wiha hatin rêzkirin:
"*Biryara DMME ya 2014’an demildest were bicihanîn û "mafê hêviyê" were naskirin:
*Saziyên Ewropayê ji bo Tirkiye biryara dadgehê bi cib bîne mekanîzmayên heyî bi kar bîne û kontrolê xurt bike;
*Abdullah Ocalan bê berdan û beşdarbûna wî ya pêvajoya aştiyê were misogerkirin."
Hat destnîşankirin ku di sê salên dawî de hejmara xwediyên Xelata Nobelê yên ku azadiya Rêber Apo dixwazin gihîştiye 114an.
Parlamentera Partiya Kesk a Strasbourgê û endama Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê Sandra Regol beşdarî çalakiyê bû û peyama hevgirtinê bi gelê Kurd re da.
Sandra Regol diyar kir ku bangên ku ji hêla Rêber Apo ve hatine kirin ji bo aştî û çareseriyek demokratîk derfetek girîng e û bang li saziyên Ewropayê kir ku bi awayekî çalaktir piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne tenê kampanyayek li dora kesekî ye, di heman demê de beşek ji daxwaza gelê Kurd a ji bo azadî û çareseriyek demokratîk e.
Zulfu Bîngol ê ku nêzîkî 9 sal in koordînatoriya Nobeta Azadiyê dimeşîne di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedan û têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê.







