TJA dê li dijî îşkenceyê li qadan be

  • 09:03 30 Hezîran 2026
  • Rojane
ÊLIH -Aktîvîsta TJA'yê Rûken Zeryam Işik diyar kir ku ew ê li kêleka qurbaniyan û malbatên wan bisekinin,heta ku kesên berpirsiyarê îşkenceyê li navenda lênêrînê werin darizandin li qadan bin
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî îşkence, îstîsmara zayendî, tecawiz û mirinên bi gûman ên ku li Navenda Lênêrînê ya Şifa ya Taybet a Êlihê qewimîne, nerazîbûnên xwe didomîne. Piştî "Nobeda Edaletê" ya li ber Dadgeha Êlihê hate lidarxistin, TJA bernameya çalakiyên xwe yên pêşerojê ragihand. TJA xebatên xwe yên ji bo lidarxistina atolyeyên hişyarkirinê û meşan ragihand û diyar kir ku ew ê heta berpirsiyar bên darizandin kolanan terk nekin.
 
Aktîvîsta TJA Ruken Zeryam Işik li ser bernameya TJA'yê ya pêşerojê axivî. Rûken Zeryan Işik destnîşan kir ku ew li hember van bûyeran gavan diavêjin û dê li dijî polîtîkayên "şerê taybet" û bandora vî şerî ya wêranker çalak bimînin û got, "Jin, zarok û kesên astengdar ne bi tenê ne. Em ê torên hevgirtinê bêtir xurt bikin û wan veguherînin hêzek rêxistinkirî."
 
'Em ê komxebatên hişyarkirinê li dar bixin'
 
Rûken Zeryam Işik, balkişand ser qonaxa duyemîn a çalakiyên xwe û wiha got: "Di vê qonaxa duyemîn de, em ê bi jin û malbatên li taxan re werin cem hev da ku hişyariyê zêde bikin û raya giştî seferber bikin ku tevlî 'nobeda edaletê' ya derbarê vê mijarê de bibin. Em ê li hemû taxên Êlihê komxebatên hişyarkirinê li dar bixin û di qonaxa paşîn de, em ê meşek şevê li dar bixin. Siyasetmedarên ji bajêr jî dê vê têkoşînê di meclîsê de bidomînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku berpirsiyar werin eşkerekirin."
 
'Em ê vê mijarê ji nêz ve bişopînin'
 
Rûken Zeryam Işik, bi nîşandana hevgirtina xwe bi qurbaniyan û malbatên wan re, wiha got: "Em dubare dikin ku bûyerên behsa wan tê kirin bi polîtîkayên bêcezatiyê ve girêdayî ne. Ji bo pêşîgirtina li mexdûriyeta pêşerojê, em bang li hemû beşên civakê, rêxistinên civaka sivîl, jin, ciwan û raya giştî -dikin ku li hember vê mijarê hesas bin. Wekî tevgera jinên azad, em careke din radigihînin ku em ê li ser vê bûyerê bisekinin û mijarê ji nêz ve bişopînin."