Li Girtîgeha Sîncanê bûyerên ber bi întîxarê ve dibin zêde dibin
- 15:35 30 Hezîran 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Di çar mehên dawî de li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê, herî kêm çar jinên ku ber bi întîxarê ve hatine birin, jiyana xwe ji dest dane û di heman demê de herî kêm heft jinên din jî zerar dane bedena xwe. Girtiyan ragihand ku nebûna piştgiriya psîkolojîk, astengiyên gihîştina tenduristiyê û muameleya xerab zêde dibe.
Grtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê di demên dawî de ji ber rêze mirin û bûyerên gumanbar ku girtî ber bi xwekuştinê ve tê birin, di bin çavdêriyê de ye. Piştî mirina Poyraz Esen, girtiyek edlî ku di hucreya yekkesî de dihat girtin û rast muameleya xirab dihat Bilge Nurten Demircî, di 24'ê Gulanê de piştî ku ber bi întîxarê ve hat birin, jiyana xwe ji dest da. Me hûrguliyên derbarê mirina Bilge Nurten Demirci de bi dest xistin.
'Erkdar dereng man'
Di dema bûyerê de li ser qîrîna ji qawîşeke din a girtiyan , girtiyên din çûn cihê bûyerê û bûn şahidên ku Bilge Nurten Demirci ya ber bi întîaharê ve hatiye birin hewl dide xwe bikuje. Girtiyên ku mudaxele kirin diyar kirin ku erkdarên girtîgehê piştî bûyerê bi 20 deqeyan hatine qawîşê. Bilge Nurten Demircî a ku rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin her wiha nîşan didin ku Bilge Nurten Demircî kesek bêdeng nebû; berevajî vê, ew xwedî têkiliyên xurt ên civakî bû.
Daxwazên veguhestina qawîşê hatin redkirin
Piştî mirina Bilge Nurten Demirci, girtiyên ku heman qawîşê parve dikirin daxwaza veguhestinê kirin û diyar kirin ku bandora psîkolojîk nema dihêle ku li wê qawîşê bimînin. Heta çend hefte şûnda jî girtiyan ragihandin ku ew nikarin li heman nivîna duqatî binêrin, bi tena serê xwe razên, an jî bi tenê biçin destavê. Lêbelê, li gorî agahiyan, daxwaz hatiye redkirin; di bin zexta trawmayê de, hin girtiyên jin ketine nav têkçûna derûnî û zerar dane xwe. Di encamê de, jin demkî bo beşê din hatine veguhastin lê piştî nêzîkî du hefteyan vegeriyane qawîşa xwe ya berê. Hat ragihandin ku girtiyan li dijî vê biryarê îtîraz kirine lê daxwazên wan nehatine bicihanîn.
Qawîşa Poyraz Esen lê dima
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, qawîşa ku întîxar lê çêbûye, heman qawîşa ku Poyraz Esen lê maye ye. Her çend qawîş kapasîteya wê 5-6 kes bin jî, ew ji bo 10 kesan hatiye veqtandin; lêbelê, piştî bûyerê, girtiyên jin red kirin ku li wir bimînin û li şûna wê belavî qawîşên din hatine kirin.
Agahdariyê piştrast kir ku piştî bûyerê tu piştgiriya psîkolojîk ji girtiyan re nehatiye dayîn. Hat dîtiyarkirin ku rêveberî pir caran daxwazên girtiyan çareser nake, lê tenê piştî ku kiryarên ne di cih de çêdibin tedbîran digire û ev yek dibe sedema ku girtî întîxar bikin.
Xwekuştineke din! Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hatiye diyarkirin ku girtiyeke din a jin çend hefte berê, di navbera 15 û 21'ê Hezîranê de, ber bi întîxarê ve hatiye biirin. Her çend nasnameya girtiyê nehatibe diyarkirin jî hat ragihandin ku piştî vê bûyerê, girtiyeke din krîzek derbas kiriye û zerar daye bedena xwe.
Hat ragihandin ku dema girtiyan radikin nexweşxaneyê jî erkdarên girtîgehê dibêjin bimirin.







