Şîna Suphiye Ozen bi girseyî hat ziyaretkirin

  • 20:32 30 Hezîran 2026
  • Rojane

MERSÎN - Ji bo fermandara YJA Starê Suphiye Ozen ku ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, li Mersînê şîn hat dayîn. Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê gele kesî serdana şînê kir. Dayika Suphiye Ozen banga aştiyê kir û got divê ev êş êdî bidawî be.

Fermandara YJA Starê Suphiye Ozen (Zozan Denîz) ku 24’ê Hezîranê de ji ber pençeşêrê jiyana xwe da. Li mala wê ya li navçeya Akdenîz a Mersînê ji bo Suphiye Ozen şîn hat dayîn.

 Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kiriye (MEBYA-DER) a Mêrsînê bi gresyî serdana şînê hat kirin. Di serdanê de Platforma Saziyên Demokratîk, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevli bûn. Girse li avahiya komeleyê hat gel hev û berbi taxa ku malbata Ozen lê dima meşiyan.Di meşê de  dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ hatin berzkirin.

Malbatê kesên hatin pêşwazî kirin û di şînê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin û dua hatin kirin.

Dayika Suphiye Ozen di şînê de axivî û got: “Keça min şehîda gelê Kurd e. Hêviya min ev şehîda dawî be. Kezeba min şewitî, bila aştî bê, bila kezeba dayikan neşewite.”