MYK'a DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê civiya

  • 11:47 1 Tîrmeh 2026
  • Rojane
ENQERE - MYK’a DEM Partiyê, ji bo geşedanên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gotûbêj bike, civiya.
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li navenda partiyê civiya. Li gorî agahiyên hatî bidestxistin, rojevên bingehîn a MYKê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Her wiha pêşnûme qanûna ku dê di pêşerojê de pêşkêşî Meclisê bê kirin jî dê ji aliyê MYKê ve bê gotûbêjkirin.