Rapora NY’ê: Talîbanê jin ji nexşeya siyasî ya Efganistanê birin
- 13:30 1 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Raporek nû ya NY’ê nîşan dide ku Talîban ne tenê jinan ji pergala desthilatdariyê dûr xistiye, di heman demê de ti daneyên pêbawer li ser hebûna wan di saziyên siyasî de jî tune ne.
Rapora nû ya Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî nîşan dide ku Efganistan bûye yek ji welatên kêm ên cîhanê ku jin ne tenê ji pergala fermî yên desthilatdariyê dûr in. Raporê ragihand ku di heman demê de daneyên pêbawer ên li ser hebûna wan di saziyên siyasî de jî kêm in. Ev yek wek encamek rasterast ji dema vegera Talîbanê ser desthilatdariyê ve dûrxistina sîstematîk a jinan ji qada giştî tê dîtin.
Efganistan: Welatek ku ji îstatîstîkên cîhanî yên li ser beşdariya siyasî ya jinan derketiye
Rapora Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya bi navê ‘Di siyasetê de jin’ ku di sala 2026’an de hatiye weşandin û li seranserê dinyayê li 190 welatan beşdariya jinan di hêza desthilatdariya siyasî de lêkolîn dike, tabloya bi fikar a derbarê rewşa li Efganistanê de radixe ber çavan. Li gorî raporê, Efganistanê ji ber şertên îstisnaî û kêmaniyên dane, dikin nava komên (Li gel Gîne û Myanmar) asta beşdariya jinan a di pergala siyasî de nehatî nirxandin.
Cihgirtina Efganistanê di vê lîsteyê de ne tenê nebûna daneyên îstatîstîkî ye, di heman demê de dûrxistina bi temamî ya jinan ji pergala siyasî û nebûna saziyên hesabdayînê û berpirsiyar li welat nîşan dide. Ev rewş ji aliyê saziyên navneteweyî ve wek yek ji kûrtirîn awayên dûrxistina siyasî ya jinan a li cîhanê tê qebûlkirin.
Parlamentoyek ku êdî tune ye; jin jî ji lîsteyê hatine derxistin
Li gorî encamên vê raporê, nûnertiya jinan di parlementoyên cîhanê de gihîştiye ji sedî 27.4’an; Her çend ev hejmar hîn jî ji wekheviya zayendî dûr be jî, meyla zêdebûna di beşdariya jinan de li gelek welatan nîşan dide.
Lê belê, ji ber hilweşandina parlementoyê piştî ku Talîban hat ser desthilatê û nebûna ti agahiyên fermî li ser pergala yasadanînê, Efganistan di rêzbendên cîhanî yên derbarê nûnertiya jinan di meclîsên qanûndanînê de bi awayek bingehîn tune ye. Lê belê, berî hilweşîna hikûmeta berê di sala 2021’an de, jinan bi qasî ji sedî 27’ê kursiyên li Meclîsa Nûneran digirtin; ev yek ji 250 kursiyên ku li gorî destûrê ji wan re hatine veqetandin, 68 kursî bû.
Pispor bawer dikin ku rakirina parlementoyê û dûrxistina bi temamî ya jinan ji pêvajoya qanûndanînê ku di du dehsalên dawî de hêdî hêdî bipêş ketibû, Efganistanê bi tevahî ji rêya beşdariya siyasî dûr xistiye.
Dûrxistina jinan ji kabîneyê û hemû navendên biryargirtinê
Raporta NY her wiha nîşan dide ku Efganistan ji lîsteya welatên ku îstatîstîkên hebûna jinan di kabîneya hikûmetê de hene hatiye derxistin. Di vê beşê de, Efganistan li gel Koreya Bakur û Myanmarê de cih digre. Li van du welatan, agahiyên pêbawer li ser hebûna jinan a di peywirên rêveberiyê yên asta bilind de nîn in.
Ji dema vegera Talîbanê ser desthilatê ve, hemû wezaret, dezgehên biryardanê, encumên û pergalên rêveberiyê hema bêje bê jin mane. Ev yek jî wan bê rola di rêvebiriya siyasî ya welat de dihêle. Ev yek Efganistanê dike yek ji wan welatên kêm ên cîhanê ku jin bi fermî di hikûmet û pêvajoyên sereke yên biryardanê de nayên temsîlkirin.
Di demekê ku cîhan ber bi zêdekirina beşdariya siyasî ya jinan ve diçe de, Efganistan ber bi paş ve diçe.
Li gorî raporê, Ruanda bi rêjeya ji sedî 63.8’ê kursiyên parlemantoyê yên jinan di cîhanê de di rêza yekem de ye. Kuba û Nîkaragua bi rêzê ve ji sedî 57.2 û ji sedî 55 di rêza duyem û sêyem de ne; ev îstatîstîk nîşan didin ku gelek welat rola jinan a di siyasetê de berfireh dikin.
Her çiqas newekheviya zayendî di peywirên bilind ên hikûmetê de li seranserê welatan girîng bimîne jî, meyla zêdebûna hebûna jinan didome. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 10.6’ê welatên cîhanê serokdewletên jin û ji sedî 10.9’ê serokwezîrên jin hene.
Li beramberî vê, Efganistan tenê ji vê trena gerdûnî dûr neketiye, ji ber polîtîkayên Talîban ên qedexekirinê, derbarê beşdariya jinan di siyasetê de ji gelek nîşaneyên navneteweyî hatine dûrxistin.
Pispor balê dikişînin ser tecrîda siyasî ya li ser jinên Efgan
Pisporên mafên mirovan û aktivîstên mafê jinan bi berdewamî hişyarî dane ku dûrxistina bi temamî ya jinan a ji pergala desthilatdariyê, ne tenê mafên nîvê nifûsa Efganistanê binpê dike, di heman demê de rewabûn, zelalî û bandora pergala siyasî jî bi awayek cidî lawaz bûye.
Ew bawer dikin ku berdewamiya vê meylê Efganistanê kiriye yek ji welatên kêm ên cîhanê ku jin bi fermî di saziyên qanûndanîn, rêveberî, an biryardanê de nayên temsîlkirin. Vê rewşê valahiya di navbera Efganistan û pîvanên mafên mirovan ên cîhanî û meyla zêde ya beşdariya siyasî ya jinan de firehtir kiriye û fikarên navneteweyî yên li ser pêşeroja mafên jinan li welêt zêde kiriye.







