Sevda Karaca: Divê qanûn bibin çareseriya pirsgirêkê

  • 09:02 16 Tîrmeh 2026
  • Rojane
 
Gulistan Gulmuş
 
DÎLOK - Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca da zanîn ku divê dewlet demildest sererastkirinan pêşkêşî meclîsê bike û wiha got: “Qanûna çarçoveyê yek ji daxwaza me ya herî esas ya ji bo daxwazên gelê Kurd pêk bê ye.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û di ser bangê re 2 sal derbas bû. Her di ser merasîma şewitandina çekan a PKK’ê de jî salek derbas bû. Li dijî vê dewletê hîna tu gav navêtiye û ligel vê der barê çareseriya pirsgirêka Kur de jî nîqaşên ku divê gavên qanûnî û siyasî bên avêtin jî didomin. Der barê ‘qanûna mayînde’ ku Abdullah Ocalan anîbû ziman de jî nezelalî didome.
 
Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Der barê qanûna çarçoveyê de agahî nedane me’  
 
Sevda Karaca daxuyakirin ku tevî ku salek di ser şewitandina çekan re derbas bûye hîna dewletê gavek navêtiye û wiha pê de çû: “Me heta niha yek gaveke şênber ku hewce bi sererastkirina qanûnî nabînin jî nedît. Niha em bi nîqaşa qanûna çarçoveyê re rû bi rû ne. Der barê mijara ku wê qanûna çarçoveyê çawa be de jî tu agahî ji bo me nehatiye dayîn.”
 
‘Divê qanûnên ku pirsgirêkê çareser dikin hebin’
 
Sevda Karaca balkişand ser nûçeyên kulîsên çapameniya nêzî desthilatdariyê û wiha balkişand ser neavêtina gavan a ji aliyê dewletê ve: “Dewlet çima gavan navêje ? Divê ev bê lêpirsînkirin. Lê ev lêpirsîn ne ku bila ev çarçove qanûn demildest bê meclîsê ye. Gelê Kurd saleke bi sebrek mezin li bende vê qanûna çarçoveyê ye. Daxwaza me ya herî sereke ev daxwazên gelê Kurd wek qanûna çarçoveyê bê. Ji ber em dixwazin ku qanûnên divê pirsgirêkan çareser bikin hebin.”
 
‘Divê bi lez bê sererastkirin’
 
Sevda Karaca di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gel tevî hemû bêbaweriyan bi sebir dipê û wiha dawî lê anî: “Di vir de hewcedariya me ev e ku naveroka qanûna çarçoveyê çareseriya pirsgirêkê esas bigire, nokteyên hevpar esas bigire. Divê ev qanûna çarçoveyê demildest bê meclîsê, bi hemû aliyan re hevdîtin bê kirin. Divê ev demildest li meclîsê bê axaftin û bikeve rojeva civakê.”