Hevseroka PJAK’ê: Em ê gelê xwe biparêzin
- 09:05 16 Tîrmeh 2026
- Rojane
Derya Ren -Aysel Işik
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevsreoka PJAK’ê Peyman Viyan der barê geşedanên dawî yên Îranê de axivî û got Îran xwe ji bo şer amade dike û got: “Em li alî çarseriya demokratîk in. Lê li dijî hêzên me tehdîd dikin em xwe amade dikin.”
Piştî şerê ku Israîl û DYA’yê li hember Îranê da destpêkirin şûnde, rejîmê polîtîkayên ewlehiyê tund kir û zextên li ser muxalefetê dijwar kir. Bi taybet jî li hember Kurdan êrîş zêde kirin.
Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan der barê mijarê de axivî.
‘Şer hemû cîhanê eleqeder dike’
Peyman Viyan balkişand ser şerê ku navbera Îran-Israîl-DYA’yê de didome û wiha anî ziman: “Ev şerê navbera her sê dewletan û şerên li herêmê hemû cîhanê eleqeder dike. Rêber Apo şerên li herêmê wek 3’yemîn Şerê Cîhanê pênase kiribû. Ev şer li cîhanê belav bûye. Şer navbera Îran, Israîl û DYA’yê de didome.”
Peyman Viyan daxuyakirin ku li Rojhilata Navîn ji bo projeyan bikin jiyanê Îran di hedefê de ye û rewşa Îranê li Rojhilat şer zelal dike û ev tişt got: “Ev şerên demdirêjin. Di şerê li dijî Hamasê de me dît ku şer demdirêje. Ji bo Rojhilata Navîn plan û projeyek nû dewrê de ye. Ev plan û proje jî ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîne di Zîrveya NATO’yê tiştên li Rojhilata Navîn tên jiyîn, şerê Îranê û rewşa Rojhilata Navîn bûye rojeve.”
‘Ji bo şerekî mezin amadekariyê dikin
Peyman Viyan anî ziman ku di şerê navbera rejîma Îran û Israîl-DYA’yê de tu kes bi ser neketiye û wiha bi lêv kir: “Her du hêz jî biser neketine. Di şer de yên dikevin zorê dibêjin me hêz girtiye. Ji ber vê jî her sê dewlet ji bo şerekî mezin amadekariyê dikin. Welatên din yên herêmê jî nav de ne. Hêzên NATO’yê parçeyek vê ne. Enî ava kirine. Îran niha Boxaza Hurmuzê wek alava tehdîdê bikar tîne. Boxaza Hurmuzê hemû cîhanê eleqeder dike. Ji ber vê tiştên li Îranên jiyîn di rojeva hemû cîhanê de ye.”
Îran nav xwe de pirsgirêkên mezin dijî
Peyman Viyan diyar kir ku Îran navber xwe de pirsgirêkên mezin dijî û got: “Rejîma Îranê di vê pêvajoyê de amadeyeke ku di hinek rewşan de tawîzan bide. Îran bi rewşa xwe ya heyî nikare şer bimeşîne. Belkî heta demekê bimeşîne. Du rojan carê dibe ku xwe serkeftî nîşan bide. Lê ev ji bo şerê nû û kûr amadekariye.”
Îran her cara qels dibe serî li tehdîdan dide
Peyman Viyan êrîşên Îranê yên li hember herêmên PJAK’ê û 4 endamên YRK’ê yên jiyana xwe ji dest dane bibîr xist û rewşa heyî nirxand: “Îran her cara qels dibe serî li tehîdan dide. Îran pêvajoyên şer ji xwe re wek derfet dinirxîne. Îran din nokteyeke qels de ye. Ji ber gel li dijî rejîmê ye. Ji ber vê jî êrîşê muxalîfan dike. Ji ber xwe ji bo pêvajoyek nû amade dike. Kî ne ev muxalîf? Jin in, ciwan in û Kurd in. Hêza alternatîf ya nav gelê Kurd kîjan e? PJAK e.”
Rejîm herî zêde êrîşê jinan dike
Peyman Viyan anî ziman ku rejîm herî zêde êrîşê jinan, ciwanan dike, dervekirinan zêde dike. Şerekî 39 rojan berdewam kir hebû. Peyman Viyan wiha dirêjî dayê: “Em wek PJAK’ê xeta xwe me domand. Me xeta xwe ya sêyemîn her tim parast. Dema rejîm ket pêvajoya muzakereyê êrîşê hêzên me û gel kir. Rejîma îranê bi salane di vê zîhniyetê de israr dike. Serhildana Jin Jiyan Azadî jî ji vir dest pê kir. Em wek PJAK’ê têkoşîna xwe di xeta ‘jin jiyan azadî’ de dimeşînin. Rejîm ji şoreşa Jin Jiyan Azadî ditirse. Şoreşa gelên Îranê bi ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir. Şoreşa ‘Jin Jiyan azadî’ navenda wê Kurdistan e. Kurdistan xwedî zîhniyetek demokratîk e. Tirsa rejîmê jî ji ber vê ye. Kurd li Rojhilata Navîn aktorê esas in. Divê her kes vê wisa bizanibe.”
Îran di amadekariya şerê mezin de ye
Peyman Viyan bi lêv kir ku Îran di amadekariya şer de ye û wiha pê de çû: “Hem li hember hêzên hundir hem jî yên derve di amadekariyê de ye. Lê tirsa Îranê ya esas hêzên hundirin. Ji ber hêzên derve bi forma nû xwe ji şerê nû re amade dikin. Hêzên derve dizanin ku Îran ji hundir darbeya mezin nexwe wê emrê wan dirêj bibe. Ji ber vê Îran li dijî hêzên Kurd, tehdîdan dike. Bi vê dixwazin bitirsînin.”
Em wek PJAK ji bo parastina gel têdikoşin
Peyman Viyan destnîşan kir ku wek PJAK’ê 22 sale ji bo parastina gel têdikoşin û wiha anî ziman: “Em ji bo azadiya gelê xwe dikin. Gelê Kurd niha pêşeng e. Bala hemû hêzan li gelê Kurd e. Ji ber alternatîfa gelê Kurd heye. Em bi salane ji bo gelê xwe têdikoşin. Em ji bo parastina gelê xwe amdekariyan dikin. Li dijî hêza ku tehîdan dike em amadekariya şerê mezin dikin.”
Peyman Viyan wiha domand: “Li Îranê siyaseta demokratîk esas bihata girtin wê ev pêvajo nehatibana jiyîn. Îran pirçandî, pirzimanî ye. Mozaîka gelan e. Ew mozaîk di siyaseta rejîma Îranê de fetisiye. Siyaseta demokratîk a Rêber Apo li Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin ji bo her çar parçeyî derbasdare. Hêza çareseriya pirsgirêka hemû gelane. Em ji bo Rojhilat, Kurdistan û Îranê jî pergala demokratîk dixwazin. Em vê xeta têkoşînê esas digirin. Em ê di siyaseta demokratîk de israr bikin.”
‘Dixwazin li her çar parçeyî plana îmhayê bikin dewrê’
Peyman Viyan daxuyakirin ku di nokteya yekitiya neteweyî de xebatên wan stratejîkin û ev ji bo hemû Kurdistanê derbasdare. Peyman Viyan ev nirxandin kir: “Niha ji bo Kurdan hinek plan û proje hene. Di van plan û projeyan de mafên Kurdan tune ne. Dixwazin îmha û înkarê ji nûve li her parçeyê Kurdistanê bikin dewrê. Ji ber vê divê yekitiya neteweyî di rojeva me de be û em bi rihê yekitiyê xwe biparêzin. Wek PJAK, helwesta me ya hevpar, di esasa xurtkirina hev de ye. Li dijî vî şerî mezin em dikarin bi rihê yekitiyê bikevin parastinê. Her parçe nav xwe de yekitiyê ava bike, ev yekitî wê li her çar parçe derbasdar be. Dixwazin bi siyaseta parçekirinê Kurdan tune bikin. Divê li dijî van hêzan em bibin xwedî helwestek radîkal. Hêvîdarim ku wê yekitiya Kurdan hîn saxlemtir derkeve holê.”
Her kesî hêza PJAK’ê nas kir
Peyman Viyan wiha dirêjî dayê anî: “Her kesî hêza PJAK’ê nas kir. Em hatin astek hêzê ya xwedî plan û pratîk. Şerê der barê PJAK’ê de hat meşandin jî vala hat derxistin. Bala hemû hêzan li PJAK’ê ye. Mîsyonek PJAK’ê ya wisa heye. Em tu hêzeke ku Kurdan nabîne qebûl nakin. Ji bo PJAK’ê derî ve bûn. Em xwedî hêzeke têkoşînê ne.”
Tirkiye li gorî berjewendiyan tevdigere
Peyman Viyan wiha dawî lê anî: "Tirkiye jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Dixwaze li herêmê bibe xwedî rola sereke. Rewşa Îranê ji bo xwe wek xetereyek mezin dibîne. Ji ber vê Tirkiyeyê bi hemû derfetên xwe aliyê Îranê girt. Ji ber rewşa Îranê wê rewşa Tirkiyeyê jî diyar bike. Ji bo îran li ser piyan bimîne hewl da. Lê piştî hevdîtina NATO’yê helwesta Tirkiyeyê guherî. Ji ber li gorî berjewendiyan tevdigere. Lê Tirkiye ji bo xwe xilas bike divê xwedî li pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin derkeve. Li gorî vê divê gavan bavêje. Divê gelê Kurd jî li dijî vê siyasetê hişyar be.”







