Tevgera Jinên Kabûlê banga lezgîn li civaka navneteweyî kir

  • 11:07 25 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kabûla Xorasana Novîn rewşa jin û zarokên keç ên Efganistanê wek ‘cudakariya zayendî’ û sûcek li dijî mirovahiyê bi nav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina qedexeyên li dijî jinan tevbigerin.
 
Tevgera Jinên Kabul a Xorasana Novîn, bi mebesta nêzbûna 5’emîn salvegera vegera Talîbanê ya ser desthilatê, daxuyaniyek da. Tevgerê ragihand ku jin û zarokên keç ên Efgan di 5 salên borî de ji mafên xwe yên bingehîn ku di nav de mafê perwerde, kar û beşdariya civakî hene, bêpar mane û banga edalet, azadî û wekheviyê kir.
 
Di daxuyaniyê de vegera Talîbanê ya ser desthilatê, wek xalek werçerxê ya di çarenûsa bi milyonan welatiyên Efgan, bi taybetî jin û zarokên keç de bi nav kir.
 
Jin ji mafên bingehîn bêpar mane
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jin û zarokên keç di 5 salên borî de bi qedexeyên berfireh re rûbirû mane û di nav de mafê perwerde, kar, beşdariya civakî û nûnertiya azad di civakê de, ji gelek mafên bingehîn bêpar mane.
 
Tevgera Jinên Kabûl a Xorasana Novîn bal kişand ser diruşmeya ‘Edalet, azadî û wekhevî daxwazên me ne’. Tevgerê ragihand ku azadî mafek jinan e û divê ji hêla kesên li ser desthilatê ve wek îmtiyazekê neyê dayîn. Tevgerê her wiha qedexeyên li ser jinan hatine ferzkirin şermezar kir, rewşa heyî wek ‘cudakariya zayendî’ û sûcek li dijî mirovahiyê bi nav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina wê rewşê tevbigerin.
 
‘Talîbanê her tişt qedexe kir’
 
Piştî ku Talîban di 15’ê Tebaxa 2021’an de hate ser desthilatê, xwendina zarokên keç ji pola 6’an şûnde, hate qedexekirin. Jin di warê perwerde, kar, çalakiyên civakî û beşdariya giştî de rûbirûyî qedexeyên berfireh man. Ev qedexekirin ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî ve bi berdewamî hatine rexnekirin.