Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • 10:15 26 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di hejmara vê hefteyê ya Kovara Jinê de nirxandinên der barê pêşveçûna zimanê Kurdî û rola jinan a sereke ya di avakirina pêvajoya aborî û siyasî de hatin kirin.
 
Kovara Jinê ku heftane derdikeve, îro hejmara xwe ya 178’an bi sernavê "Lêkolînên Hevpar a li ser Aboriya Demokratîk, Zagon û Ziman" derket.
 
Hejmara nû ya kovarê nîqaşên li ser ziman, hiqûq, aborî, têkoşîna rizgariya jinan û nûnertiya çandî dinirxîne. Di heman demê de nirxandinên li ser rewş û parastina zimanê Kurdî, avakirina têgihîştineke zagonî ya demokratîk, rola jinan wekî aktorên damezrîner di pêvajoyên aborî û siyasî de û perspektîfa aboriya demokratîk dihewîne.
 
Her wiha kovar, der barê wê yekê de lêkolînan dike ku destkeftiyên civakî yên şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê çawa ji hêla pîşesaziya çandî ve têne veşartin an jî bi awayên cûrbecûr têne hilberandin.
 
Tevahî sernavên hejmara 178’an a kovarê wiha ne:
 
“*Ziman Bingeha Hebûnê ye / Leyla Kaymaz
 
*Konferansa Parêzerên Kurd ên Demokratîk / Ekîn Yeter
 
*Aboriyek Demokratîk Bêyî Dengê Jinan Dikare Hebe? / Dîlek Başalan
 
*Azadiyê Çi Ava Kir, Pîşesaziya Çandê Çi Bazar Kir? / Aylîn Karakaş
 
*Şoreşa Rojava û Nirxandinên Destkeftiyên Jinan a li ser Têkoşîna Wan / Şîlan Baran.”