Cenazeyê Rohenda Cisûr bi merasîmekê hat veşartin
- 18:09 20 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rohenda Cisûr (Selma Berekat) li Til Temirê bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rohenda Cisûr (Selma Berekat) a ku 9‘ê Çileya îsal (2026) di berxwedana taxa Şêxmeqsûdê de jiyana xwe ji des dabû, li Pakrewangeha Şehîdan a bajarê Til Temirê ji aliyê sedan kesî ve hat oxirkirin.
Merasîma ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat birxêstinkirin ve bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Hêzên Ewlekariya Hundirîna Til Temirê Zehra Xelîl Seydo axivî û behsa têkoşîna Rohenda Cisûr kir.
Zehra Xelîl Seydo got, Rohenda Cisûr ji bo parastina gel xwe û nirxên wê canê xwe feda kir, bîranên wê di di bîra heval û malbatê de zindî bimînin.
Zehra Xelîl Seydo anî ziman ku xwedîderketina li pakrewanan bi girêdana bi armanca wan ve dibe.
Piştî axaftinê wesîqeya Rohanda Cisûr hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.
Cenaze bi dirûşme û tilîliyên dayikan veşartin.







