Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
- 09:37 30 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 183'yemîn a Kovara Jinê bi sernavê "Rûbirûbûna bi Rabirdûyê re û Hêviyên ji bo Pêşerojê" derket.
Hejmara 183'yemîn a Kovara Jinê, bi sernavê "Rûbirûbûna bi Rabirdûyê re û Hêviyên ji bo Pêşerojê", şert û mercên civakî û siyasî yên ku aştî dikare mayînde be, têkiliya bi rabirdûyê re divê çawa be û gotin û daxwazên kê dikarin aştiyê ava bikin, bi rêya gotar û ezmûnên cûrbecûr vedikole.
Hemû mijarên di hejmara nû de ev in:
*Li Mala Me ya Şînê: Windakirin, Bîranîn û Ruhanîya Kolektîf a li Kurdistanê / Figan Kepenek
*Rûbirûbûna bi Rabirdûyê re, Avakirina Pêşerojê ya bi Hev re / Dilan Dirayet Taşdemir
*Zimanê aştiyê, dengê kê? / Esra Çiftçi
*Erka Rewşenbîrî û Îmkana Nêzîkatiyeke Rexnegir / Rûşen Seydaoglu
*Gelo Kurd dê zimanê xwe yê dayikê berdin dema ku behsa aştiyê tê kirin? / Şukran Demir
*Aştî ji Girtîgeh, Ziman û ji Nasnameyê Dest pê dike-Roportaja bi Dayika Aştiyê Zeynep Çalihan re / Ekiba Kovara Jinê







