Zanîngeha Exeter dê dersên bi Zimanê Kurdî bi rêya onlineyê bide
- 12:45 3 Îlon 2026
- Rojane
ENQERE - Zanîngeha Exeter a li Îngilîstanê dê dersên zimanê Kurdî yên bi rêya onlineyê yên 10 hefteyan pêşkêş bike. Di vê dewreyê de dê rêziman û ferhenga bingehîn a Kurdî were hînkirin.
Zanîngeha Exeter a li Îngilîstanê dê ji bo kesên ku dixwazin Kurdî fêr bibin dewreyek bi rêya onlineyê li dar bixe. Dewreya asta destpêkê, ku zanîngeh dê cara yekem wekî onlîneyê pêşkêş bike, dê rêziman û ferhenga bingehîn bigire nav xwe û dê di navbera 28'ê Îlonê û 30'ê Mijdarê de pêk were.
Li gorî agahdariya li ser malpera zanîngehê, dewreya heftane dê ji bo her kesê ku dixwaze ziman û çanda Kurdî fêr bibe vekirî be. Dewr dê ji bo destpêkeran û her weha ji bo kesên ku dikarin bi Kurdî biaxivin lê jêhatîbûna wan a xwendin û nivîsandinê sînordar e guncav be. Sertîfîka dê ji kesên ku dewreyê temam dikin re werin dayîn.
Arşîva Kurdî ya Dîjîtal
Zanîngeha Exeter di heman demê de Navenda Lêkolînên Kurdî jî vedihewîne, ku di sala 2006'an de hatiye damezrandin. Navend bernameyên master û doktorayê û her weha arşîveke dîjîtal a Kurdî pêşkêş dike. Zanîngeha Exeter par jî dersên zimanê Kurdî yên bi awayekî rûbirû pêşkêş kir.







