Xizmên windayan: Em ji bo ziman, azadî û welatê xwe edaletê dixwazin
- 13:50 5 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên Xizmên Windayan û ÎHD'ê ya ji bo aqûbeta windayan ku her hefteyê tê lidarxistin vê hefteyê jî berdewam kir. Di çalakiya Amed û Êlihê de aqûbeta Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û Hatîp Kiliç ên ku di 4'ê Îlona 1993'an de li Êlihê hatin qetilkirin û di çalakiya Colemêrgê de jî aqûbeta 5 şivanên ku 24'ê tebaxa sala 1996'an de li gundê Xenanisê yê girêdayê Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçav kirin û winda kirin, hatin pirsîn.
Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên heftane ku daxwaza dîtina windayan, darizandin û girtina kujeran dikin, berdewam kirin.
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin’ di hefteya 917'emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHDê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Parlamenterê DEPê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ê ku di 4'ê Îlona 1993'an de li Êlihê hat qetilkirin, pirsîn.
Di çalakiyê de endamê ÎHD'ê ya şaxa Amedê Yakûp Guven û hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar axivîn.
‘Ew nûner û endamê xeta azadiyê bû’
Yakup Guven diyar kir ku Mehmet Sîncar siyasetmedarekî Kurdistanê û parlamenterê wan bûye û wiha got: “Ew nûner û endamê xeta azadiyê bû. Mehmet Sîncar hem ji aliyê faîlên meçhul ve hat qetilkirin, hem jî ji ber ku Kurdekî welatparêz bû û dixwest gelê xwe biparêze hate armancgirtin. Tevî van hemû zextan, li ser malbat, heval û zarokên Mehmet Sîncar jî zordarî hate kirin û zimanê me hate qedexekirin.”
‘Zêdetirîn 30 sal in doz nehatiye çareserkirin’
Cîhan Sîncar jî anî ziman ku serê wan bilind e û ev tişt vegot: “Em di pêvajoyekê de derbas dibin ku mirovên 33 sal in parlementerî kirine jî tên tune hesibandin, dîroka wan tê şewitandin û birîndarkirin. Mafên van mirovên ku dihat xwestin fikr û navên wan di nav dîrokê de bêne şewitandin, hê jî nedane wan. Ez jî wekî miroveke vê welatî ji bo zimanê xwe, azadiya xwe û gelê xwe daxwaza edaletê dikim. Di doza Mehmet Sîncar de ku zêdetirî 30 sal in nehatiye çareserkirin, êdî bila edalet rûyê xwe nîşan bide. Hem di sersaxiyên me de hem jî di bîranînên me de daxwazeke me tenê heye, hemû mafên me yên ku hatine binpêkirin, axa me û nasnameya me bi edaletê re bibin yek.”
Piştî axaftinan çîroka windakirina Mehmet Sîncar ji aliyê nûnerê herêmê yê ÎHDê Tahîr Saçakli ve hat xwendin.
Tahîr Saçakli jî diyar kir ku lêgerîna parêzvanên mafên mirovan a ji bo edalet û rastiyê dê qet bi dawî nebe.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 753'yemîn de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin’ li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê aqûbeta Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û Hatîp Kiliç ên ku di 4ê Îlona 1993yan de li Kuçeya Elmayê ya ku li sûka Êlihê hatibûn qetilkirin hat pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan.
Rêveberê ÎHD ya Êlihê Îhsan Onel çîroka qetilkirina Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û Hatîp Kiliç xwend.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya 243yan de li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di vê hefteyê de parastvanên mafên mirovan aqûbeta 5 şivanên ku 24'ê tebaxa sala 1996'an de li gundê Xenanisê yê girêdayê Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin û windakirin, pirsîn.
Daxuyaniya ÎHD'ê ji aliyê Hevserokê ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihand ku ev 30 sal in kujerên 5 şivanan nehatine dîtin û darizandin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.








