Li Qamişloyê li ser Zimanê Kurdî forûmeke hiqûqî

  • 16:21 26 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişloyê, Yekîtiya Parêzeran a Cizîrê bi formeke hiqûqî bal kişand ser girîngiya bicihkirina zimanê Kurdî di Destûra Sûriyeyê de û tekez kir ku parastina mafên zimanî ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku mafên gelan mîsoger dike, bingehek serekeye
 
Di çarçoveya girîngiya bicihkirina zimanê Kurdî ya di Destûrê de û rola wê ya di avakirina dewleteke demokratîk ku pirrengiyê mîsoger dike, Yekîtiya Parêzeran a Cizîrê di bin dirûşmeya “Destûrkirina Zimanê Kurdî” de li Qamişloyê forûmeke hiqûqî li dar xist. Forûm li Kafeterya Lux a bajarê Qamişloyê hat li darxistin.
 
Panêl li ser 3 bendan hat birêvebirin. Bendê yekemîn ji aliyê parêzer Mehmûd Xelo ve hat gotin. Mehmûd Xelo di çarçoveya analîzeke hiqûqî û rexneyî de bal kişand ser Fermana Hejmar 13 a sala 2026’an û Rêziknameyên wê yên Bicîhanînê û wiha got: “Li gorî Fermana Hejmar 13’yan ku di destûrê de dide me ku em bi zimanê Kurdî bixwînin, tenê derxistina fermana qanûnî têr nake. Belê, ev mafê me ye. Hikûmet dibêje ku zimanê Kurdî zimanekî niştîmanî ye, ne zimanekî fermî. Lê divê zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî bê nasîn û di destûrê de jî li ser vî mafî were tekezkirin.”
 
Benda duyemîn ji aliyê parêzer Xanim Ayo ve hat vegotin. Xanim Ayo, bal kişand ser mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî û statuya fermî ya zimanê Kurdî di saziyên dadwerî û hikûmetê de û wiha vegot:“Biryara Hikûmeta Demkî ya ku di heftiyê de tenê sê ders bi zimanê Kurdî bê dayîn, ne li gorî daxwaz û hêviyên gelê Kurd e. Pêwîst e her netewek mafê xwe yê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bistîne û zimanê dayîkê were parastin û pêşxistin. Em ne tenê dixwazin zimanê Kurdî were fêrkirin, her wiha divê perwerde bi zimanê Kurdî bê dayîn.”
 
Bendê sêyemîn jî ji aliyê parêzer Şemis El-Dîn Feqe ve hat gotin, bal kişand ser mijara “Ji nasînê heta garantîya hiqûqî: ber bi çarçoveyek yasayî ji bo mafên zimanî” û wiha got: “Dema ku hikûmet zimanê Kurdî wekî zimanê niştîmanî nas dike, divê mafên zimanî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî jî were garantîkirin. Mafê gelê Kurd e ku bi zimanê xwe perwerde bibînin, ne ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî tenê li deverên ku kurd li wir pir in were sînordarkirin. Ji ber ku  gelek deverên hundirê Sûriyeyê jî Kurd dijîn, ji ber vê yekê mafê wan e ku bi zimanê xwe yanî zimanê Kurdî perwerde bibînin.”
 
Piştre, deriyê nîqaşê hat vekirin û beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Beşdaran tekez kir ku tecrubeya Rêvebereya Xweser di warê perwerdehiyê de serkeftî bû û di heftiyê de tenê sê dersên zimanê Kurdî, nikarin bersiva pêdiviyên gelê Kurd bidin ku bi salan ji bo mafê xwe yê zimanî têdikoşe. Her wiha destnîşan kirin ku divê ji bo parastin, pêşxistin û belavkirina zimanê Kurdî li hemû deverên Sûriyeyê çalakî û gavên pêwîst bên avêtin.
 
De encama panelê de ev xal derketin pêş:
 
"* Misogerkirina mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî.
 
* Nasandina zimanê Kurdî wek zimanekî fermî di Sûriyeyê de.
 
* Di qanûnê de diyarkirina mafên zarokan û mafê zaroktiyê.
 
* Astengkirina danîna pîvan û bendên yasayî yên ku li dijî hebûna gelê Kurd in û rakirina hemû pratîkên cudakar ên ji van bendan derdikevin.
 
* Li ser bikaranîna zimanê Kurdî ya di dadgeh û saziyên dadwerî de kar bê kirin û ew wek mafê yasayî bê misogerkirin.
 
* Piştrastkirina ku yasa bingeh e û wekhevî di navbera ziman û mafên hemû welatiyan de divê bi yasayan bê parastin.
 
* Li ser amadekirina yasayek ku mafên zimanê Kurdî misoger dike û xebata ji bo bicihkirina parastina van mafan a di Destûra Sûriyê de."