Şanoya Bajêr di Mijdarê de bi 8 lîstikan derdikeve pêş temaşevanan
- 10:35 3 Mijdar 2026
- Çand û Huner
AMED - Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di meha mijdarê de bi lîstokên zarokan, berhemên mêvan û lîstokên di nava repertuvara xwe de derdikeve pêşberî temaşevanan. Di çarçoveya bernameyê de dê promiyera lîstoka zarokan a bi navê “Serpêhatiyên Nîkoyê Şilbik” jî pêk were.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), bernameya xwe ya meha mijdarê aşkera kir. Nîşandanên ku di bernameyê de lîstokên cuda yên ji bo zarok û mezinan cih digirin, dê li Salona Şanoyê ya M. Emîn Yalçinkaya ya Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên lidarxistin. “Destana Moraşînê” jî dê li salona mezin bê lîstin.
Bernameya Mijdarê bi lîstokeke zarokan dest pê kir
Nîşandana ewil a mehê, di 1ê Mijdarê de di saet 13.00an de bi lîstoka zarokan a bi navê “Hişê Min Tev Li Hev Bû” pêk hat. Bername, di 6 û 7ê Mijdarê de di saet 19.30an de bi lîstoka “Jîn”ê dê bidome. Temaşevanên zarok jî di 8ê Mijdarê de di saet 13.00an de dikarin lîstoka “Keçelok” temaşe bikin.
Du lîstokên mêvan dê bên lîstin
Di bernameya mijdarê de du lîstokên mêvan jî cih digirin. “Medea” di 13ê Mijdarê de, “Zembîlfiroş” jî di 14ê Mijdarê de di saet 19.30an de dê derkevin pêş hezkiriyên tiyatroyê. Lîstoka “Xewna Şeveke Havînê” ya ku di repertuvara DBŞTê de ye, dê di 20 û 21ê Mijdarê de di saet 19.30an de bê lîstin.
Promiyera lîstoka zarokan di 22yê Mijdarê de ye
Lîstoka zarokan a bi navê “Serpêhatiyên Nîkoyê Şilbik”, dê di 22yê Mijdarê de di saet 13.00an de promoyerê bike. Lîstok, di 29ê Mijdarê de di heman saetê de dê careke din derkeve pêş zarokan. Di çarçoveya bernameyê de “Destana Moraşînê” jî di 23yê Mijdarê de di saet 19.30an de dê li salona mezin bê lîstin.







