Li Cezayîrê bûyerên tacîza zayendî zêde dibin
- 13:55 5 Kanûn 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Encamên anketeke ku ji aliyê “Komeleya TBD Algeria” ve hatiye amadekirin û 1900 kes beşdar bûne nîşan didin ku kesên rastî tecîzê hatine ji %97 jin in. Her wiha diyar dibe ku li Cezayîrê tacîza zayendî ne rewşeke îstîsnayî ye.
Komele Algeria TED di anketa xwe de bi gotinên; “Li Cezayîrê, şîdet û tacîza zayendî di civakê de bûye perçeyek jiyana rojane ya jinan. Weke ku qada giştî mafên jinan nebe” balê dikşîne ser tacîza zayendî ya ku li Cezayîrê zêde bûye.
Komeleya Algeria TBD’ê, hinek daneyên ku nîşan didin rewşa jinên Cezayîrî çiqas bi ‘xeter’ e parve kir. Li gorî vê ji %30.6’ê jinan her roj rastî tacîzê tên, ji %23.3’ê di rojê de çend car tên tacîzkirin, ji %28’ê herî kêm carek, ji %12.1 di mehê de carek û ji %11 jî di salê de carek rastî tacîzê tên.
Li gorî agahiyên komeleyê, dane nîşan didin ku tacîz li “cihên herî tarî” yan “li taxên bi xeter” bi sînor nîn e. Di anketê de diyar dibe ku tacîz li cade, otobüs, tramvay, texsî, trên, metro û di servîsên xwendekarên zanîngehê de li dijî gel li qadên vekirî tê kirin.
Tacîz dibe sedema şokê
“TBD Algeria”, diyar dike ku gelek jinên rastî tacîzê tên, li dijî rewşê yan sar dibin an jî tu tevgerê nîşan nadin. Ev yek bertekek biyolojik e ku mirov di dema rewşa bi xeter de nîşan dide. Bi vê ve girêdayî, sûc gelek caran li cihê sûcdar, li kesa ku rastî tacîzê hatiye tê barkirin û di encamê de jî jin bi tirsa “ruswabûnê” bêdeng dimînin. Di anketê de hat gotin ku ji 1876 jinên ku rastî tacîzê hatine ji %60’ê wan şok bûne; ku ev yek bertekek hêrsê ya di rewşên bi xeter de xwe dide der e û wiha hat gotin: “Beden hewl dide xwe biparêze.”
Li gorî ankete zêdetirî tacîzkaran mêrên navsere ne. Ciwanên ji 19 salî biçûktir tenê ji %24 in ên din temenê wan di navbera 20 û 45 salî de diguhere.
Tacîza zayendî encamên xirab bi xwe re tîne
Komeleyê her wiha diyar kir tacîza zayendî bi kesên ku rastî vê yekê hatine re encamên giran hiştiye û hinek jin ji ber vê yekê neçar mane dest ji karê xwe berdin. Gelek ji wan piştî travmayê bi pirsgirêkên psîkolojîk ên weke stres û depresyonê re rûbirû man. Di anketê de hat diyarkirin ku ji %20 jinên hatine hedefgirtin li dijî vê yekê dilxelînê hîs kirine, ji %13.2’yê wan tirs û bêbawerî, ji %9’ê wan hêrsê, ji %6.3’yê wan şok derbas kirine û ji %3’yê wan jî şerm kirine.
‘Gelek faktor dibin sedem ku kesên rastî tacîzê hatine gilî nekin’
Komeleyê da zanîn ku tevî rewş di asta felaketê de ye, gelek faktorên dibin sedem kesên rastî tacîzê hatine bêdeng bibin hene û wiha got: “Şerm, şermokî ji %85.3 jinên rastî tacîzê hatine re heye. Tevî pergalên ku hikumetê ji bo hêsankirina mekanîzmaya giliyê ava kirine jî gilî nakin.
Komeleya TBD Algeria, anketa ku amade kiribû bi banga ji bo kesên rastî tacîzê hatine wiha bi dawî kir: “Ji bo ku dîwarê bêdengî û tirsê bişkînin divê gilî bikin lewre her jina ku neçar dimîne dest ji perwerde û karê xwe berde, ji aliyê aboriya welat, pêşeroj û xeyalên xwe ve windahiyek mezin e.







