Çapemeniya desthilatldariyê di rapora Rojîn Kabaîş de bi ser neket
- 09:04 26 Cotmeh 2025
- Medya Kritîk
Melîke Aydîn
ÎZMÎR- Çapemeniya serdet ya mêr dosya Rojîn Kabaîş wekê ku cara yekemîn dide bihistin, ne mexdur, saziyên dewletê parast. Çapemeniya her tim desthilatdarî parast dîsa bi ser neket.
Di ser qetiklirina xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş re salek zêde derbas bû. Di vê pêvajoyê de çapemeniya serdest ya mêr, ne gel ne kesên mexdur, saziyên dewletê parast. Ji destpêkê de tevî ku îhtîmala destdirêjî û qetilkirinê hebû, tevî ATK’ê DNA’yê du mêran tespît kir jî çapemeniyê wekî ku cara yekemîn dide bihistin tevgeriya û ne karê çareseriya ronîkirina qetilkirinê, karê gumanbaran hêsan kir.
‘Îmaja întîxarê xêz kirin’
Rojîn Kabaîş 27’ê îlona 2024’an de ji yurdê derket û carek din agahî jê nehat girtin. 18 roj şûnde cenezeyê wê hat dîtin. 6’ê mijdarê di rapora otopsiyê de gotin di avê de fetisiye û gotin li ser du mînakên DNA’yê yên mêran hatine dîtin lê nehatibû gotin ku ev DNA li kîjan beşa bedena wê hatine dîtin. Di çapemeniyê de îmaja întîxarê dan. Şîfreya telefona Rojînê salekê nehat vekirin. Lê balkêş bû ku şîfteya Google li lênûsê hatibû nivîsandin û bi vê ketibûn Googlê û hinek lêgerînên ku Rojînê kiribûn bijartin û wek întîxar kiriye nîşandan. Bêyî tespît û belge gotin întîxar e.
Ji bo gumanbar birevin û delîl bên reşkirin dem hat dayîn
Bi daxwazên gel û parêzeran esasen kêm yên di raporê de di 10’ê cotmeha 2025’an de hatin aşkerakirin. DNA li ser sîng û vajînayê hat tespitkirin. Lê tevî ku kesên ev rapor amadekirin ev dizanibûn jî gotin ev DNA derbas bûye û ji 200’î zêde mînakên DNA’yê ji mêran girtibûn. Kesên gûmanbar ku testa wan nehatibû kirin jî hebûn. Ji ber vê jî ji bo gumanbar xwe xilas bikin û delîl bên reşkirin jî dem dirêj bû.
‘Pisporên dewletê îdia kirin ku di şikandina şîfreyê de biser neketine’
Yek ji rewşa din a dem da gumanbaran dernexistina holê ya daneyên telefona aydê Rojîn Kabaîş bû. Ji bo telefonê gotin’şîfreya di asta bilind de’ û ev jî ji xwe îmaja jina ne makul dide afirandin. Lê her kes dizane ku Androîd ya ku pispğorê teknolojiyê ye dikare şîfreya telefonan bişkîne. Wezareta Dadê got nikarin vê vebikin û telefon şandin Portekîzê. Runiştin ji demê re hat hiştin û mijarên cuda ketin rojeva rayagiştî.
‘Ji bo çapemeniya ku xwest komkujiyê derxe holê sansur, lêpirsîn û qedexeya weşanê’
Der barê qetilkirinê de gelek kêlî hene. Yek ji van ev e ku rektorê zanîngehê ket otopsiyê, bi kîjan armancê ketê, tevî ku mafekî wî yê wisa tunebû ketê. Ya din jî ev bû ku bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabîş bi numareyeke telefonê ya ji derveyê welat hat tehdîdkirin. Ya herî girîng jî Midûra Nûçeyan a JNNEWs’ê Oznur Deger ji ber nûçeya çêkiribû lêpirsîn lê hat vekirin.
Çapemeniya alîgir tevî vê ne mexdur gumanbar parastin û li vî alî helwest nîşan da. Rapora otopsiyê jî wek bûyerek ji rêzê nîşanê rayagiştî da. Nêzîkariya çapemeniyê ya der barê qetilkirina Rojîn Kabaîş de li jêr in.
‘Geşedana ku NTV şok kir lê rastiya wê ji destpêkê de dihat zanîn’
11’ê cotmehê NTV – “Di lêpirsîna Rojîn Kabaîş de pêşketinek şok: DNA’yê aydê du mêran hat tespîtkirin’. Bi vê nûçeyê têkoşîna bav Nîzamettîn kabaîş ji nedîtîve hat dîtin. Lê balkêşe ku geşedana ku NTV şok kiribû ji destpêkê de dihat zanîn.
‘Rojanmeya ku rojevê naşopîne’
Gazete Îzmîr di 12’ê cotmehê de bi sernavê ‘Piştî mehan şûnde di mirina Rojîn Kabaîş de geşedan! DNA’yên aydê du mêran hatin testpîrkirin:Lêpirsîn ket qonaxek din’, wekê nû ev DNA nû hatine tespîtkirin nîşanê raya giştî dan. Lê ev DNA bi mehan berê hatibûn dîtin, ne nehatibû gotin ku li ser kîjan beşa beden hatiye dîtin. Em dikarin îdia bikin ku rojname rojevê naşopîne?
Yenî Şafakê saziyên dewletê parast
Rojnameya Yenî Şafak jî wek her tim berdevkî û propaganda desthilatdariyê kir. Di 1’ê îlonê de nûçeya bi ser navê ‘der barê mirina Rojîn Kabaîş de dozger hêvî da malbatê:Em ji du kesan bigumanin’ avêt û aliyê kêm û bi pirsgirêk yên lêpirsînê veşart.Di nûçeya 13’ê cotmehê de jî îdiayên ku ‘întîxarê’ zêdetir dike avêt.
Denîz Ece di qunçiknivîsa xwe ya 18’ê cotmehê ya di Dîken de hat weşandin de bi ser navê ‘gumanbar kiryar nediyare û bi gumane:Bi rastî çi bi Rojînê hat? Nîşan dide ku aliyên çep sosyalîst tandansî çiqas ji tiştên tên jiyîn re biyanîne.
Lînkên nûçeyên di nivîsê de derbas bûne li jêr in:







