
Aysegul Dogan: Divê qanûnên pêvîst derkevin
- 13:10 9 Cotmeh 2025
- Ramyarî
ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Aysegul Dogan tekildarî geşedanan û rojeva MYK'a DEM Partiyê axivî û bi lêv kir ku pêvajo di merhaleyeke kritik de ye û got: “Ji bo pevçûn bi dawî bibin û çek bêdeng bibin divê qanûn bên derxistin, rêya siyaseta demokratik bê vekirin. Lê tiştek nehatiye kirin.”
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Aysegul Dogan derbarê geşedan û rojeva Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) a DEM Partiyê li Navenda Giştî daxuyaniyek da.
Aysegul Dogan di daxuyaniyê de bi lêv kir ku li her derê tengasiyeke di nava aştî û şer de heye û wiha got: “Em di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Bi komploya navneteweyî xwestin şerê Kurd û Tirkan gur bikin. Lê ew armanc bi serneket. Ji bo sernekeve têkoşîneke mezin û berdêlên mezin hatin dayin. Niha jî em di pêvajoyeke krîtîk de ne. Li cihanê jî her wiha wisa ye. Birêz Abdullah Ocalan di pêvajoya komployê de ji bo armanca komployê vala derxîne tevî tecrîdê jî modela jiyana demokratik pêşkeşî hemû Rojhilata Navîn kir. Em vê komployê û hişmendiya wê ya ku xwest li vir şer gur bike, ne tenê şermezar dikin di heman demê de li dijî wê têdikoşin. Em dibînin ku ew hişmendî hê di meriyetê de ye. Erê vala hat derxistin lê hê jî hewldanên wê yên aştiyê û jiyana demokratik asteng bike hene. Ji bo wê divê hemû kes wateya pêvajoyê bizane û tiştên ku pêwist e bên kirin bike.”
Di berdewama axaftina xwe de Aysegul Dogan tekildarî tegehên Abdullah Ocalan ên, “Entegrasyona Demokratîk, Muzakereya Demokratîk, Komunalîzma Demokratîk” axivî û got ev têgeh mifteya jiyana demokratik in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çima vîna Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de nîşan da cîddî nêz nabin. Her dû bangên birêz Abdullah Ocalan bandor li ser jiyana bi milyonan kesan dike, tu kes nikare wisa ne ciddî nêzik bibe. Ji bo pevçûn bi dawî bibin û çek bêdeng bibin divê qanûn bên amade kirin, rêya siyaseta demokratik bê vekirin. Lê tiştek nehatiyê kirin. Tenê bi gotinê nabe, dibêjin em di pêvajoya derbasdar de ne lê hewcehiyên wê pêvajoyê hene. Qala van tiştan tê kirin lê tiştek berbiçav nayê kirin. Yanê divê em bibînin ku tecrîd bi temamî ji holê ranebûye. Divê Birêz Abdullah Ocalan hemû kesan re biaxive. Ew ne tenê berpirsyariya DEM Partiyê ye. Divê li ser van gav ben avetin.”
Aysegul Dogan destnîşan kir ku komîsyon divê demildest biçe Grava Îmraliyê û wiha pê de çû: “Birêz Bahçelî jî got. Em van gotinan bi wate dibînin. Lê Serokê Meclîsê hê di vê derbarê de tiştek negotiye. Divê demildest ji nêrînên Birêz Abdullah Ocalan sûd bê girtin. Sibê 10'ê Cotmehê ye, ji ser komkujiyê re 10 sal derbasbûn. Birînên me hê nû ne. Ew komployek bû. Her wiha 6-8'ê Cotmehê jî wisa bû. Lê hê jî ew komplo bi neberdana hevalên me berdewam dike.
Gavên ku ji bo demokratîkbûnê bên avetin diyar in. Hêviya demokratikbûna Tirkiyeyê ji aştiyê derbas dibe. Doza kûmpasê ya Kobanê komployeke. Li dijî hevalên me di dosyayan de sûcek jî nehatiyê diyarkirin. Girtina hevalên me bêhiqûqî ye. Ew tenê jî destnîşan dike ku ew komplo ye. Niha li Îstînafê ye ew dosya. Divê demildest biryarên DMM'ê pêk werin. Şûna ku hûn biçin îtîraz bikin, hiqûqê pêkbînin. Heke Tirkiye dixwaze bibe dewleteke demokrat û hiqûqê divê vê yekê bike. Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye û wiha axivî: “Pêvajo tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan tê rêveberin, divê li rex hev gav bên avetin.”
Piştî daxuyaniyê rojnamegeran jî pirs pirsîn. Aysegul Dogan li ser pirsa nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di van demên dawî de li ser medyaya sanal tê nîqaş kirin jî nirxandin kir û got tu nameyeke wisa tune ye. Aysegul Dogan teqez kir ku piştî banga 27'ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk Abdullah Ocalan ji gelek kesan re name şandiye. Yek ji wan jî Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Lê ji bilî wê nameyê tu nameyeke din tune ye. Wan jî pirsiyê û ew nameya li ser medyaya sanal tê gotin ji aliyê Abdullah Ocalan ve ji Rêveberiya Xweser re hatiyê şandin derew e.