Li dijî komployê ji qadan bang kirin:Divê mafê hêviyê demildest pêk bê
- 18:52 9 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyên pêk hatin de wiha hate gotin: “Divê saziyên têkildar demildest ji bo pêkanîna mafê hêviyê gavên bi biryar bavêjin.”
Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran çalakiyên protetoyî pêk hatin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê li ber Sumerbank a Berê ya Konake daxuyanî da. Dayikên Aştiyê, Tevgera Azadiya Jinê (TJA), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) û gelek partiyên siyasî, rêxistinên girseya demokratîk û welatî tevli bûn. Hevseroka DEM Partî ya Îzmîrê Fulya Erdogan daxuyanî xwend.
Fulya Erdogan da zanîn ku ew di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin û ev pêvajo derfeta avakirina civaka demokratîk û aştiyeke mayînde temsîl dike. Fulya Erdogan wiha got: “Birêz ocalan di alî pêvajoya aştî û demokratîkbûnê de xwedî girîngiyeke stratejîke. Abdullah Ocalan tevî ku 27 sale li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin jî di alî aştî û diyalogê de bang kiriye.”
Fulya Erdogan di dawiya axaftina xwe de balkişand ser mafê hêviyê û wiha anî ziman: “Avakirina civaka demokratîk û diyalogê berpirsyariya hevpar a hemû aktorên siyasî û civakiye. Meclîs, wezareta dadê û saziyên têkildar divê demildest di mijara mafê hêviyê de gavên bi biryar bavêjin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.
Enqere
Bi wesîleya 27’emîn salvegera komploya navneteweyî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) ya Enqereyê li ber avahiyê daxuyaniyek da. Gelek kes tevli daxuyaniyê bûn û pankarta ‘ji Komployê re ji Azadî ji bo Birêz Ocalan’ hat vekirin. Daxuyaniya Tirkî ji aliyê hevseroka DEM Partî ya Enqereyê Tatligul Gul ve ya Kurdî jî ji aliyê rêveberê DEM partiyê Fahrettîn Durmaz ve hat xwendin.
Tatligul Gul da zanîn ku wê di sala 27’emîn komployê de aştiya gelan bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê avakirin û got: “Bi komployê îradeya çareseriya demokratîk hedef hat girtin.Îro 27 sal şûnde, xeta polîtîk ya ku komployê hedef kir hîna di rojeva gelan de ye. Ji ber paradîgma Abdullah ocalan îro riya çaresriya pêşeroja gelane. Tevî komployê fikr mezin bûne û veguheriye îradeyek civakî. Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkane. Aştî bi diyalog, muzakre û û îradeya gel pêkane. Azadî ancax bi azadiya Ocalan wê watedar be.”