‘Baxçeyên Horhor’ yên dîrokî li ber tunebûnê ne

  • 09:03 6 Gulan 2024
  • Ekolojî
 
Zelal Tunç
 
WAN - Li Baxçeyên Horhor yên bi hezaran salî ku li kontarên Keleha Wanê ne bi dehan dar hatin birîn û baxçe veguhestine sergo. Keleh û derdora wê ku ji aliyê gelek şaristaniyan ve hatiye bikaranîn, tevî ku di asta yekemîn de qada sîtê ye jî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne.
 
Baxçeyên Horhor ku li kontarê Keleha Wanê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ne, bi dîrok, paşeroj û xwezaya xwe balê dikşînin. Li Li Baxçeyên Horhor li aliyekî dar tên birîn li aliyê din jî wek qada sergo tên bikaranîn. Li baxçeyan komkujiyek mezin heye.  Baxçeyên Horhor ku sê hezar salî ne, navê xwe ji çavkaniya ava ji bin kelehê tê digirin,  her yek dareke baxçe şopa sedsalan li ser xwe dihewîne. 
 
Ji birîna daran agahiya wan tune ye
 
 
Baxçe ji aliyê gelek şaristaniyan ve wek navend hatine bikaranîn û sê hezar sal peşeroja wan heye. Ji aliyê wezareta hawirdor û bajarvaniyê ve wek ‘qada parastina xwezayî ya sît’ hatiye tescîlkirin. Her sal bi hezaran turîstên biyanî û herêmî bi pere dikevin van baxçeyan. Lê li baxçe bi dehan dar hatin birîn. Nayê zanîn ku dar ji aliyê kê ve tên kirin û tevî peywirdarên ewlehiyê li ber derî tên sekiandin jî pêşî li rewşê nayê girtin. Em ji peywirdaran dipirsgin lê dibêjin ku agahiya wan tune ye.
 
Li aliyekî qirkirina daran li aliyekî gelaş
 
 
Li baxçe ne tenê dar, gelaş ku ji aliyê kesên diçin serdana baxçeyan ve tê avêtin jî rê li ber texrîbateke mezin vedike û qad veguheriye qada sergo. Bermahiyên plastîk qad wêran kirine û bandorek mezin li ser cureyê zindiyan dikin.
 
Pêşiya avê hat girtin
 
 
Li baxçeyên ku ji talanê re hatine vekirin ne tenê qirkirina daran û gelaşa tê avêtin; bi restorasyona ku ji aliyê wezareta çand û turîzmê, walîtiya Wanê û qeyûmê şaredariyê ve hatiye kirin jî xweza û dîroka baxçeyan hatiye tunekirin. Pêşiya çavkaniya avê hatiye girtin û çirava derketiye holê jî berê avê guhertiye. Ji ber vê texrîbatê jiyana zindiyan di bin xetereyê de ye.