Bi wêneyan 'Meşa rêzgirtîna ji îradeyê re'

  • 10:46 9 Tîrmeh 2024
  • Galeriya Jinê
 
Dîlan Babat
 
WAN - "Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ ya 6 rojan duh li ber Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû. Di daxuyaniya ku bi sedan kes lê amade bûn de careke din peyama "Rêzê ji îradeyê re bigirin" hat dayîn. Di nava 6 rojan de meşvan tevî hewaya germ û piyên avgirtî meşiyan û peyama parastina îradeyê dan. 
 
'Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatibû destpêkirin, li navenda Colemêrgê bi pêşwazîkirina girseyeke bi coş hat bi dawîkirin. Di 30'ê hezîranê de ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê meşvan berê xwe dan Wanê li vir meşa ber bi Colemêrgê ve hat destpêkirin. Meşa ku 6 rojan pêk hat dîmen û wêneyên cuda derketin holê. 
 
Meşvanên ku bi kîlometreyan meşiyan, li qadên ku bêhna xwe girtin daxuyanî dan. Meşvanan xwestin ku demildest îradeya Gelê Kurd bê naskirin û pankarta “Rêzgirtin ji îradeyê re, em rê nadin qeyûman" vekirin. Piştî daxuyaniyan girse careke din di bin germê de bi kîlometreyan meşiyan.
 
 
Meşvanên ku di 3'yê Tîrmehê de ji Wanê derketin gelek caran bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Di meşa ku qet dirûşme lê kêm nebû her tim dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin. Dema pankarta "Ji tecrîdê re na, ji bo azadiyê dengê xwe bilind bike" li hember çiyayên rêzkirî hate vekirin, careke din Îmraliyê weke çareseriya pirsgirêka kurd hate nîşandan.
 
 
Meşvan bi israr ligel hewaya germ û lingên avgirtî nesekînin. Welatiyên ku li baxçeyan dixebitin jî meşvanan bi dilek germ pêşwazî dikir û piştevaniya xwe dianîn ziman. Welatiyên ku ava sar dianî jî meşvanan re gotin "Hûn ji vir derbas dibin belê ev demek kurt e, lê em hertim bi we re ne". 
 
 
Meşvanên ku nêzî Taxa Xoşapê bûn, li hemberî Keleha Xoşapê dirûşmên, “Qeyûmê diz, ji Kurdistanê bicehime” berz kirin. Meşvanên ku li ber keleha Xoşapê dema bêhna xwe girtin kişandina wêneya Kela Xoşapê ji bîr nekirin.
 
 
Yek ji wêneyên herî balkêş ên meşê zarokekî 13 salî ye. Tevî ku meşvanan nexwastin zarokê ku bi dayika xwe re ji Edeneyê hat bimeşin jî, gotina zarokê ya "Vîna min heye, ez ê bimeşim" careke din îradeya Gelê Kurd derxist holê.
 
 
Meşvanên ku bi kîlometreyan meşiyan bi taybetî li gundan behna xwe vedan. Şêniyên gund bi meşvanan re ketin sohbetan û bi hev re çay vexwarin. Li ser parastina vînê axivîn. Piştî behnvedanê meşvanên jin bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" derketin ser rê.
 
 
Meşvanên ku kesên ku pêşketinên têkoşîna azadiya jinê ronî dikin ji bîr nekirin, li cihê ku gundê Nûda Karker lê ye, bîranînek li dar xistin. Jinan bi xwendina sirûda "Nûda bûka Kurdistan" peyam dan ku ew ê di têkoşîna azadiyê de rêya bi hezaran jinên mîna Nûda ronî bikin.
 
 
Yek ji navên herî balkêş ên meşê jî Apê Abdulhafiz e ku 83 salî bû. Apê Abdulhafizê ku tevî temenê xwe dînamîk bû û rêyên herî zehmet jî derbas kir, bi şalê sor li stûyê xwe bû yek ji navên meşê yên herî bijarte. Apê Abdulhafiz ê ku piştî hemû rê meşiyan bêhna xwe girt û bû moralê meşê.
 
 
Ligel ku lingên meşvanên ku nêzî sînorên Colemêrgê dibûn avgirtibû û teqiyan jî bi îrade û biryardariyeke mezin meşa xwe domandin. Dema danê êvarê meşiyan bi meşaleyan ber bi Depînê ve meşiyan.
 
 
Jinan meşvanên ketine Colemêrgê pêşwazî kirin. Yek ji jinên ku li zozana ber bi navenda bajêr ve kêliyekê jî dev ji dirûşmeyan berneda, bang li kesên ku ji eywanan li wan dinêre kir û got, "Rabin îradeya xwe bixwazin." Her wiha bi cil û bergên netewî û di destê wan de rengê kesk, sor û zer meşvanan pêşwazî kirin. 
 
 
Di dawiya rojê de meşvanên ku hatin ber walîtiyê ji aliyê dikandar û rêwiyan ve bi eleqedar hatin pêşwazîkirin. Di nava girseyê de girseya jinan bal kişand, tevî mertalên ku li ber walîtiyê hatin girtin, Gelê Kurd careke din peyama parastina vîna xwe tevî hemû zehmetiyan, tevî hemû desteserkirinan jî di dawiya 6 rojan de dan.