Şahiya payizê ya Dêrsim û Mûnzûrê
- 09:05 29 Cotmeh 2024
- Galeriya Jinê
Gulistan Gulmuş
DÊRSIM - Dîmenên payîzê yên çemê Mûnzûrê ku li deverên cuda yên Dêrsimê belav dibe, atmosfereke aram pêşkêş dike û di heman demê de dewlemendiya erdnîgarî û ekolojîk a herêmê jî radixe ber çavan.
Dêrsim a ku xwedî bedewiyên xwezaya Kurdistanê yên bêhempa ye, bi taybetî di mehên payîzê de qada rengan e. Payîza ku piştî havîneke hişk êdî kêm tê hîskirin, li vê herêmê bi hemû rûmeta xwe dest pê kir xwe nîşan bide. Dêrsim her sal bi nebatên cihêreng û dîmenê xwe yê bêhempa ya ku bi çemê Mûnzûrê re digihêje hev bala xwezayê dikişîne. Darên ku bi taybetî di rengên cuda yên zer û pirteqalî de ne, ji ber ku di ava zelal a Çemê Mûnzûrê de xuya dibin, dişibin parçeyek wêneyekî.
Atmosfera payîzê ya navdar a vê herêmê ne tenê ji bo xwezahez, lê ji bo wênekêş û fîlmçêkeran jî çavkaniyek mezin a îlhamê ye. Demên ku pelên ku dikevin çemê Mûnzûrê dikevin ber avê, hem ji bo ziyaretvanên xwecihî û hem jî ji bo mêvanên biyanî dîmenekî balkêş peyda dike. Her sal bi taybetî di destpêka payîz û biharê de ji bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê mêhvan diherikin Dêrsimê û ji van bedewiyên xwezayê kêfxweş dibin. Ev cejna dîtbarî ne tenê di tûrîzma xwezayê de lê di warê huner û wênekêşiyê de jî wekî çavkaniyek girîng a îlhamê derdikeve pêş.
Dîmenên payîzê yên çemê Mûnzûrê ku li deverên cuda yên Dêrsimê belav dibe, atmosfereke aram pêşkêş dike, di heman demê de dewlemendiya erdnîgarî û ekolojîk a herêmê jî radixe ber çavan.