Li Dêrsîmê zivistan
- 09:07 8 Kanûn 2024
- Galeriya Jinê
DÊRSÎM-Li bajarê Dêrsîmê ku yek ji bajarê bi heybet yê Kurdistanê ye, her çar demsal ji hev xweşiktirin. Di her demsalê de çiya û ava Munzurê dîmenên bi heybet pêşkêş dike. Niha li Dêrsîmê her der bi berfê xemiliye.
Bajarên Kurdistanê bi erdnîgarî, xweza û ava xwe dibe cihê turîstên herêmî û biyanî. Her demsal eleqeyek mezin dibînin. Yek ji van bajarên bi heybet yê Kurdistanê Dêrsîme. Dêrsîm, bi av, çiya, nebat û gelek taybetiyên xwe balê dikşîne ser xwe û her demsal dibe cihê turîstan. Gelek sedemên van serdanan hene. Dêrsîm bi bawerî, rîtuelên olî, pîrozî û ava xwe her kesî dikşîne xwe.
Yek ji tişta din ya ku herî zêde balê dikşîne xwe, demsalên wê ne. Her demsal Dêrsîm li tiştekî dixemile. Her demsal dîmenên wê, hewaya wê cuda cuda xweştire. Dêrsîm ligel turîstan, bala sînemavan, wênekêşvan, zanistan dikşîne.
Me bi sernavê ‘li Dêrsîmê zivistan’ ji bo xwendevanên JINNEWS’ê wêne û dîmen kom kirin.
Wêne û dîmen: Gulîstan Gulmuş