ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2025'AN

  • 09:00 5 Tebax 2025
  • Rojev
 
* Keviyên Berfê yên Cêloyê ku ji ber guherîna avhewayê di bin gefa helînê de ne, niha bi gefa qirêjiya jîngehê re rû bi rû ne. DÎMEN HEYE
 
* Ceylan Akça Cupolo li ser pêvajoyê nirxandin kir û got, "Wêrekî, bawerî û girtina roleke avaker ji bo vê pêvajoyê pir girîng in. Ji ber vê yekê, em dixwazin îqtîdar ji xwe bawer û wêrek be." DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku girtina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta şermezar kirin, xwestin ku hemû astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê Kurdî werin rakirin. DÎMEN HEYE
 
*Jin û xweza du damarên sereke ne ku di tevahiya dîrokê de jiyanê xwedî kirine. Ev girêdan, ku piştî şoreşa çandiniyê perçe bû û heta modernîteya kapîtalîst berdewam kir, îro ji nû ve tê hunandin. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: Azadiya xwezayê bêyî azadiya jinan ne mumkin e û azadiya civakê bêyî xwezayê ne mumkin e. DÎMEN HEYE