Ji bo kujerê zarokê 5 salî cezayekî wekî xelat hat dayîn

  • 16:45 1 Tebax 2025
  • Hiqûq
 
COLEMÊRG -Çawîş Alper Kaan Polatkan ku li Geverê bi wesayîta xwe bû sedema mirina Erdem Aşkanê 5 salî, bi salek û 8 meh cezayê girtîgehê yê wekî xelat hat cezakirin.
 
Di 8'ê Hezîrana 2023'an de, Çawîş Alper Kaan Polatkan, ku li Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Geverê li ser kar bû, dema ku ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi rêya Wanê ve diçû, bi wesayîta xwe li Erdem Aşkanê 5 salî da û bû sedema mirina wî. Heşt meh şûnda, doz li Alper Kaan Polatkan  hate vekirin.
 
Di rûniştina dozê de kiryar Alper Kaan Polatkan  tenê  bi salek û 8 meh cezayê girtîgehê hate cezakirin.