
Panela 'Di nav lepên qirkirinê de jinbûn'
- 15:48 5 Tebax 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji hêla TJA'yê ve bi sernavê "Di nav lepên qirkirinê de jinbûn" panelek hat lidarxistin. Jinan bal kişandin ser qirkirina jinên êzidî û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrdînê panelek bi sernavê "Di nav lepên qirkirinê de Jinbûn " li dar xist. Dayikên Aştiyê, gelek rêxistinên civaka sivîl û hejmareke mezin ji welatiyan beşdarî panelê bûn. Panel li avahiya şaredariya kevin a Artuklu ya Mêrdînê pêk hat.
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Yuksel Mutlu, sernavê "Şîdeta Dîrokî û Bîra Kolektîf di Komkujiyên Êzidî û Elewiyan de" pêşkêş kir. Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin, sernavê "Ji Trawmayên Kolektîf heta Berxwedana Kolektîf: Berxwedana Êzidiyan li ser Zanîna Kolektîf" pêşkêş kir. Yeter Tan, akademîsyenek ku di warên Edaleta Sererastker û Hiqûqa Alternatîf de dixebite, "Şifakirina Civakî û Piştgiriya Jinan: Gelo Çîrokeke Jinan a Nû li Rojhilata Navîn Mimkun e?" pêşkêş kir. Panel ji hêla Zelal Coşkun ve hat birêvebirin.
Piştî rêzgirtinê panel dest pê kir û axaftina vekirina panelê jî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Hatîce Oncu hat kirin. Hatîce Oncu di axaftina xwe de bal kişand ser qirkirina êzidiyan.
Dû re derbarê serpêhatiya jinên êzidî de belgefîlmek hat nîşandan û panel bi axaftin, pirs û bersivan bi dawî bû.