
Li Şengalê komxebata 'Dewlet, desthilatdarî û demokrasî'
- 11:57 10 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komxebatek bi navê "Dewlet, desthilatdarî û demokrasî" tê lidarxistin.
Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê û Jinên Ciwan ên Şengalê, weke bersiva li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewamiya Konferansa Ronakbîriyê, komxebatek li dar xistin.
Komxebat bi dirûşmeya "Dewlet, Desthilatdarî û Demokrasî," bi beşdariya gelek mêvan û delegeyan li navenda ciwanan a Şehîd Fedakar li Şengalê dest pê kir.
Komxebat bi nirxandina mijara zihniyeta dewlet û desthilatdariyê dewam dike.
Tê payîn ku ev komxebat heya piştî nîvro dewam bike û encamên wê ji raya giştî re werin parvekirin.