TJA: Li cihê ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin?

  • 17:20 21 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê têkildarî qedexekirina axaftina bi kurdî ya Dayikên Aştiyê diyar kir ku ew wek Tevgera Jinên Azad careke din dibêjin ku li cihê ku nîqaşa aştiyeke mayînde lê tê kirin de, qedexekirina zimanê dayîkan, ne samîmî ye û got:" Li cihên ku zimanê Dayikên Aştiyê tê qedexekirin de em ê çawa qala aştiyê bikin."
 
Komisyona ji bo çareseriyeke Demokratîk li meclisê hatiye avakirinê, di rûniştina 5'emîn de axaftina bi kurdî ya Dayikên Aştiyê birî û nehişt ku dayik xwe bi zimanê xwe bînin ziman. Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî mijarê daxuyaniya nivîskî belav kir. TJA'yê got:"Bi awayekî lezgînî em dibêjin ku divê ji Dayikên Aştiyê lêborîn bê xwestin û li gor şert û mercên navneteweyî yên cîhanê ku mafên mirovî tên parastinê, tevbigerin."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Komisyona ji bo çareseriyeke Demokratîk li meclisê hatiye avakirinê, di rûniştina 5'emîn de axaftina bi kurdî ya Dayikên Aştiyê birî û nehişt ku dayik xwe bi zimanê xwe bînin ziman.
 
Dayikên Aştiyê ku bi dehan salane ji bo aştî bê avakirinê li qadan li hember tundî û neheqiya dewletê li ber xwe dayî, di Komisyona ji bo aştiyê de zimanê wan tê qedexekirin û bi vî awayî dengê wan tê qutkirinê.
 
Ev kiryarên feraseta netew dewletiyê ku ziman û hebûna kurdan tune dihesîbîne, em dizanin ku pratîkên feraseta şerxwaz e. Bi salane ku çawa van dayikan li dijî bêedaketî, şer, tundî û tunehsibandina dewletê li ber xwe dane û serî netewandine dê bi heman awayî di Komisyona ji bo aştiyê de jî dawa mafên mirovî bikin û paş de gav neavêjin.
 
Em wek Tevgera Jinên Azad careke din dibêjin ku li cihê ku nîqaşa aştiyeke mayînde lê tê kirin de, qedexekirina zimanê dayîkan, ne samîmî ye. Li cihên ku zimanê Dayikên Aştiyê tê qedexekirin de em ê çawa qala aştiyê bikin.
 
Bi awayekî lezgînî em dibêjin ku divê ji Dayikên Aştiyê lêborîn bê xwestin û li gor şert û mercên navneteweyî yên cîhanê ku mafên mirovî tên parastinê, tevbigerin."