Jina ku hat xwestin bê qetilkirin hat ziyaretkirin

  • 18:06 5 Îlon 2025
  • Rojane
WAN – Platforma Jinan a Wanê, jina bi navê N.K ku ji aliyê mêrê pê re zewicandî bû ve hat xwestin bê qetilkirin,  li nexweşxaneyê ziyaret kir.
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê di 29’ê tebaxê de Îlyas K. hewl da jina pê re zewicandî N.K  qetil bike. N.K ku  rewşa wê baş dibe ji beşa giran hat derxistin.
 
Platforma Jinan a Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Tevgera Jinên Azad, Komeleya Jinan a Star, hevşaredara Artemît û gelek kes ku rewşa N.K dişopand, li nexweşxaneyê ziyaret kirin.