
Li Qoserê meşa ji bo zimanê dayikê hat qedexekirin
- 20:53 10 Îlon 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Meşa ku Egîtîm-Senê xwest bi dirûşmeya "Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin"li navçeya Qoserê li dar bixe, ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin.
Nûnertiya Egîtîm-Sen a Qoser a Mêrdînê, xwest li bi dirûşmeya "Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin" meşekê li dar bixe. Polîsan bi îdiaya "biryara qedexeyê ya walîtiyê" meşê asteng kir.
Piştî vê endamên Egîtîm-Senê li Qada Azadiyê pankarta “Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin” vekirin û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Welatiyên li derdorê jî piştgirî dan çalakiyê û bi dirûşmeyên wekî “Zimanê me rûmeta me ye” û strana "Zimanê Kurdî" bertek nîşanî astengkirina meşê dan.