Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî

  • 12:33 23 Îlon 2025
  • Rojane
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kir ku hevpeyvîna wan ji hêla derdorên cuda ve hatiye berevajîkirin û got: “Îfadeyên ku dibêjin birêz Ocalan behsa DEM Partiyê dike û rexne kiriye, rast nînin.”  
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, têkildarî hevpeyvîna xwe ya duh hatiye parvekirin û ji hêla derdorên cuda ve hatiye berevajîkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku rexneyên Adullah Ocalan ne ji bo DEM Partiyê bûn û got: “Hinek derdorên weşanê û hesabên medyaya dijîtal, hevpeyvîna ji hêla buroya me ve hatiye dayin, berevajî kirine û parve kirine. Gotinên ku dibêjin birêz Ocalan behsa DEM Partiyê dike û rexne kiriye, rast nînin. 
 
Bêguman hemû derdor dikarin bibin mijara rexneyên birêz Ocalan. Berevajî tiştên hatine parvekirin; di hevpeyvîna hatiye weşandin de tê destnîşankirin ku birêz Ocalan dibêje di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gihiştine astekê lê bi giştî saziyên siyasetê cidiyeta pêwîst raber nakin. Tê gotin ku siyaset li şûna pirsgirêkan çareser bike, veguherandine şerê berjewendiyan û ev rewş tê rexnekirin. Ev gotin, ji bo tevahiya siyaseta Tirkiyeyê hatiye kirin û eleqeya xwe bi DEM Partiyê re nîne. Ev beşa behsa xeberê ya ji hevpeyvînê hatiye girtin, ji wateya xwe hatiye dûrxistin. Bêguman ev nêzikatî dê xizmetê ji pêvajoyê û avakirina aştî û civaka demokratîk re neke. Bendewariya me ew e ku hemû derdor li gorî vê hesasiyet û cidîbûnê tevbigere.”