
Derbarê serçeteyê ku ronameger Oznur Deger tehdît kir de doz
- 13:59 22 Îlon 2025
- Hiqûq
WAN - Der barê serokê koma çete ya ku rojnameger Oznur Deger tehdît kiribû de doz hat vekirin.
Rojnameger Oznûr Deger di 29'ê Cotmeha 2024'an de nûçeyek bi sernavê "Çeteya şantajê ya li Wanê: Ozcan Pulat kî ye?" çêkir. Di nûçeyê de hat diyar kirin ku Ozcan Pulat, bi tiryakê gelek jin xapandiyê. Jinên ku bi tundî û tehtîdan re rûbirû mane ji neçariyê gotinên Ozcan Pulat qebûl kirine. Di nûçeyê de hat gotin ku ewilî ev jin bi soza kar tên xapandin, tiryak û alkolê didin jinan. Dûre wêneyên wan dikişînin û tehdît dikin.
Piştî nûçeyê, rojnameger Oznur Deger ji hêla Ozcan Pulat ve hat tehdîtkirin. Oznur Deger li dijî tehîdan li Serdozgeriya Komarê ya Wanê gilî kir. Dû re derbarê Ozcan Pulat de doz hat vekirin. Îdîanameya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve di 12'yê Îlonê de hat amadekirin, ji 9'emîn Dadgeha Cezaya Asli re hat şandin.
Oznur Deger ligel parêzeran ji sûcên ‘tehdîd’ û ‘heqeretê’ gilî kir û ji ber ewlehiya canê wê tuneye daxwaza girtina biryara durxistina Ozcan Polat û xizmên wî kir.
Her wiha, dosya ku berî ku pêşkêşî dadgehê were kirin, ji ofîsa lihevhatinê re hatibû şandin, piştî ku Oznur Deger lihevhatinê qebûl nekir, veguherî îdianameyê.